​​​​​​​Ji Navenda Ragihandê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahiyên nû

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan bersiv didin êrişên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê bi çekên giran û hawanan topbaran dikin.

​​​​​​​Ji Navenda Ragihandê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahiyên nû
2 îlon, 2023   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzê bersiv dide êriş û hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin derbasî gundên bakurê Minbicê bibin.

Her wiha aşkera kir ku çeteyên dewleta Tirk gundên bakurê Minbicê topbaran dikin.

Navendê ev agahî li ser malpera xwe parve kir: “Tevahî hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin ku dixwazin gundên bakurê Minbicê kontrol bikin. Hêzên me bersiv da wan êrişan û nehişt çete derbasî herêmê bibin. Niha li herêmê aramiyek heye lê di heman demê de topbaran bi çekên giran û hawanan berdewam e.”

(şx)