Li Dêrazorê qedexeya derketinê hat ragihandin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan û milkên wan ji komên çete qedexeya derketinê ragihand.

Li Dêrazorê qedexeya derketinê hat ragihandin
1 îlon, 2023   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeya derketinê ji sibe sibeha dest pê dike û 48 saetan dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ′′Ji ber rewşa ewlehiyê ya ku gundên rojhilatê Dêrazorê tê re derbas dibin, her wiha  ji ber ku komên çekdar ên girdêdayê saziyên ewlehiyê yên rejîmê û şaneyên DAIŞ′ê hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin û sivîlan ber bi planên xwe yên qirêj ve bikişînin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirên qedexeya derketinê li herêma Dêrazorê radighîne. Qedexe sibe (2′yê Îlonê) saet di 05:00′an de dest pê bike û 48 saetan dewam dike.′′

QSD′ê diyar kir ku ew e jiyana sivîlan û milkên wan ji komên çete yên çekdar biparêzin û wê nehêlin  çete xwe di nava sivîlan de veşêrin.

QSD′ê di 27′ê Tebaxê de, operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî çeteyên DAIŞ′ê, kesên hewl didin tevliheviyan derxin û hişbirê belav dikin, da destpêkirin.

(bb)