El Sade El Tifêhîn: Di her malbatekê de şervanek QSD′ê heye

Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku di piranî malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şervanên QSD′ê hene û got ew li kêlek zarokên xwe yên di QSD′ê de ne ku Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li dijî destwerdana derve dane destpêkirin.

El Sade El Tifêhîn: Di her malbatekê de şervanek QSD′ê heye
1 îlon, 2023   00:37
HESEKÊ-ARAM EHMED

Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn, Mihemed Ehmed El Elî ji ajansa me re li ser girîngiya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo hedefgirtina şaneyên DAIŞ′ê, wêranker û sûcdaran di 27′ê Tebaxê de daye destpêkirin, axivî.

El Elî wiha got: "Geşedanên li Dêrazorê rû didin, destwerdana derve ye ku hin alî dixwazin fîtneyê di nava gel û hêzên wê yên leşkerî de derxin. Ew kesên vê fitneyê dikin, çete ne û xwe firotine dewleta Tirk a dagirker û li herêmên wê ne."

El Elî destnîşan kir ku di piranî malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şervanên QSD′ê hene û her wiha di piranî malên herêmê de şehîd jî hene û wiha domand: "Ji lew re em ê destkeftiyên bi fedakariyên wan şehîdan hatine bidestxistin ji fitneyan biparêzin."

El Elî bang li eşîrên Dêrazorê kir ku hişyar bin, nekevin xefka şerê taybet ê dewleta Tir û wiha pê de çû: "Peyama me ji gelê me yê li Dêrazorê re; ji fitneyan hişyar bin, ji gotinên li ser medyayên dîjîtal û îdiayên ku şerê heyî şerê Kurd-Ereban e, hişyar bin."

El Elî diyar kir ku QSD′ê ji zarokên herêmê hatiye avakirin û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji lew re em bang li welatiyên xwe dikin ku nekevin xefka daxuyaniyên ji herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derdikevin. Ji ber ku yên çavdêriyê li wan daxuyaniyan dikin çete ne."

El Elî wiha anî ziman: "Yên li Tirkiye, herêmên dagirkirî û yên destwerdanê li kar û barên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û hewl didin fitneyan derxin nûnertiya gelê herêmê nakin, divê dûr bin û destwerdanê nekin. Ji ber ku ew çete ne, xwe firotine û hewl didin herêmên me dagir bikin."

El Elî di dawiyê de bang li rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember destwerdanên derve helwestekê nîşan bidin û hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin.

(fr/şx)

ANHA