'Ji her kesî zêdetir divê jin xwedî li Rêbertî derkevin'

Dayik û xwişkên şehîdan diyar kirin ku bi girankirina tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan re fikarên wan zêdetir bûne û gotin: “Ji her kesî zêdetir divê em jin xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

'Ji her kesî zêdetir divê jin xwedî li Rêbertî derkevin'
31 tebax, 2023   23:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dayik û xwişkên şehîdan der barê tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe bi me re parve kirin.

`BI FIKRA XWE ME HIŞYAR KIR`

Dayika şervanê YPG`ê Tahir Hesen (Fîras) ê ku di Berxwedana Kobanê de şehîd bûye, di heman demê de dayika şervana YPJ`ê Bêrîvan Hesen (Çekjîn Çiya) a di sala 2017`an de li Efrînê şehîd bûye, Sebîha Nasiro got: “Ev çend sal in serokatiya me girtiye û tu agahî jê nayê girtin. Em dixwazin serokatiya xwe di nav xwe de bibînin û vê zilmê li ser wî qebûl nakin. Em moralê ji Rêberê xwe digirin, ne ji fikra serokatiyê bûya me mîna vê rêxistinê nedidît û em ê qirbûbana. Rêbertî bi fikra xwe em hişyar kir, me li ser lingan rakirin û her tişt bi me da naskirin.”

Sebîha Nasiro da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan fikra xwe pêşkêşî cîhanê giştî kiriye, gelê Kurd û jinên bindest ji bindestiyê rizgar kiriye û wiha dom kir: “Serokatî bi me da fêmkirin ku ya dikare pêşengtiyê bike jin e.”

`METIRSIYÊN ME SER RÊBERÊ ME ZÊDETIR DIBIN`

Dayika şervanê YPG`ê Mihemed Qewas (Memo Qamişlo) ê ku di 2014`an de li bajarê Qamişlo şehîd bûye, Rebîa Qewas diyar kir ku roj bi roj tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dikin û got, metirsiyên wan der barê rewşa Rêbertî de zêdetir dibin.

Rebîa Qewas da zanîn ku ew weke dayikên di nava tevgera jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê her dem ji bo Rêber Abdullah Ocalan li ser pêyan bin û wiha domand: ′′Rêber Abdullah Ocalan di fikra xwe de derfeta azadiyê ya herî mezin daye jinan. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin, dijmin jî dizane wê bi rêya azadiya jinê civak ji qeydan rizgar bibe, lewra êrişî jinan dike.”

`EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN`

Xwişka şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Miheyedîn Mihemed ê di 2018`an de li Dêrazorê şehîd bûye û xwişka şervanê YPG`ê Îbrahîm Mihemed (Gabar Til Elo) yê di 2019`an de li Serêkaniyê şehîd bûye, Xewla Mihemed destnîşan kir ku ew tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dijderketina fikra wî jî qebûl nakin.

Xewla Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji hişê gel derxe û zihniyeta xwe ya desthildar bidin ferzkirin.

Xewla Mihemed bal kişand têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Fikra Rêber Apo hişt ku em gelek astengiyan derbas bikin. Em jin divê ji her kesî bêhtir banga mafê serokatî bikin.”

Xwişka gerîlayê HPG`ê Samid Şêxo (Memo Defer) ê ku di sala 1997`an de li Haftanîn şehîd bûye, Nicmê Şêxo tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em azadiya fîzîkî ya serok Apo dixwazin, wek jineke Kurd vê tecrîdê ser wî qebûl nakim.”

Nicmê Şêxo diyar kir ku ramanê ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên li cîhanê belav kiriye, ji aliyên wan bi tevahî ve hatiye hembêzkirin û got: "Fikr û felsefeya Rêbertî di nava xwe de rastiyê dihewîne. Her dem aştiyê dixwaze, lê dewleta Tirk a faşist aştî û heqîqetê qebûl nake û her dem şer dide pêşiya xwe.”

(bb)

ANHA