Yek ji rêbazên belavkirina narkotîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê!

Omer Elî bi rêya ajokarekî û bazirganekî narkotîkê li cihê ku kar dikir, bû qurbana narkotîkê. Elî detayên derbaskirina narkotîkê li herêmê Rêveberiya Xweser ji herêmên hikumeta Şamê aşkera kir.

Yek ji rêbazên belavkirina narkotîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê!
1 îlon, 2023   01:38
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR- CÎHAN BÎLGÎN

Hikumeta Şamê hewl dide bi rê û rêbazên cuda madeyên hişbir derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî ji bo rêgirtina li ber derbaskirina madeyên hişbir li herêmê di nava liv û tevgerê de ne. Herî dawîn Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" da destpêkirin. Yek ji armancên vê operasyonê têkoşîna dijî belavkirina û bazirganiya bi madeyên hişbirê ye.

QSD′ê di çarçoveya operasyonê de ku di roja xwe ya 6′an de dewam dike, 10 bazirganên madeyên hişbirê li gundewarê Dêrazorê girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 14 mehên borî de 3 hezar û 169 bazirganên madeyên hişbir girtin.

RÊBAZEKÎ DERBASKIRINA MADEYÊN HIŞBIR BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Ciwanekî ji Qamişloyê ku nexwest navê xwe aşkera bike û di bin navê Omer Elî de axivî, nizanîbû ku karê ji bo peydakirina derbara malbata xwe dikir, dê di dawiyê de fêrî narkotîkê bibe. Lê beriya wisa bibe, diçe xwe radestî beşa Têkoşîna li Dijî Narkotîkê dike da ku xwe ji xirabiya karmendên şîrketa lê kar dike, xilas bike.

Eliyê 18 salî, di geraca şirketeke otobusan de kar dikir. Ev şîrket di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kar dikir.

Bazirganekî narkotîkê û ajokarekî şîrketê, bi hev re vî karî dikin. Bang li karmendên şîrketê yên ku temenê wan di navbera 20 û 30 saliyê de dikin ku bê pere narkotîkê bikişînin. Elî têkildarî wê got: “Odeyek li şîrketê heye ku karmend lê dicivin. Ajokar, tevahiya cureyên narkotîkê tîne ji bo ku bi hev re wê bikişînin.”

Elî destpêkê red dike lê dûre neçar dimîne ku wekî wan bike. Niha jî gelek poşman bûye û bang li her kesî dike ku ji narkotîkê dûr kevin.

Elî wiha domand: “Li cem ajokar, hebên ciptagon, eroîn, heşîş, H-Bose hebûn û bi xwe re vexwarinên alkolî mîna arak û wîskî dianî.”

Elî diyar kir ku ajokar hertim cixareyên bi heşîşê pêçandî dida wî, dema red dikir jê aciz dibû.

Elî wiha domand: “Carekê dema me otobus paqij dikir, ajokar bi çûyeke elektrîkî li min xist ji bo ku ez narkotîkê bikişînim. Alozî di navbera me de derket û min dev ji kar berda.”

Elî got: “Xwediyê şîrketê bi min re axivî û pirs kir çima min kar berdaye. Min jî jê re çîroka narkotîkê bi giştî vegot û çawa karmendên şîrketê wê bi kar tînin û bazirganiya wê dikin. Ji ber wê êdî nikarim li li wir kar bikim. Lê ji min re got, vegere kar û dê rewşa şîrketê û karmendan baş bike.”

Dema Elî vedigere kar, ajokar dîsa lê dixe û wî aciz dike, neçar dibe narkotîkê bi kar bîne. Wê demê biryar dide ku xwe radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike û ji wan re çîrokê bi giştî vebêje, ji bo ku wî ji vê tengasiyê xilas bikin.

Li gorî şahidiya Elî, ajokar bazirganiya narkotîkê dike. Narkotîk ji Şamê dianî û li herêmên Rêveberiya Xweser bi erzanî difrot.

Der barê çawa narkotîk dianî de Elî got: “Ajokar miqdara narkotîkê ya ji Şamê dianî di bin kursiyê de vedişart. Ji ber ku bi gelemperî bendên kontrolê kursiya ajokar kontrol nakin.”

Elî destnîşan kir ku bazirgan û ajokarê li şîrketê, ji Şamê ne û diyar kir ku pêwîstiya ajokar bi vî karî nîne, ew tenê dixwaze bi rêya şîrketê bazirganiya narkotîkê bike.

Elî cihê ajokar lê narkotîk vedişart aşkera kirin û got: “Li bin kursiya ajokar, sendoqek heye û di wê sendoqê de narkotîk heye ku hîna nehatiye firotin.”

Têkildarî miqdara narkotîkê ku ajokar ji Şamê dianî Elî got: “Ajokar nikare zêdetirî 20 kîlogiram bîne. Ji ber ku sendoq têra vê miqdarê dike.”

Li gor şahidiya Elî, carekê li şîrketê narkotîk hatiye firotin. Der barê de wiha axivî: “Yekşem bi şev bû, kesek hat û narkotîk ji ajokar kirî. Dawiya vê rêyê nîn e. Yên van madeyan bi kar tîne, nikare jê qut bibe û heke bixwaze wê bi dest bixe dê diziyê û her tiştî xirab bike.”

Lê Elî hîna di nîvê rê de bû û jê vegeriya. Di 6 rojên narkotîk kişandiye de, nediçû mal, li geraca şîrketê dima yan jî li parkên bajêr xew dikir ji bo tu kes pê nehese.

Elî 10 heta 12 gram heşîş, eroîn û H-Bose bi kar dianî. Ev miqdar têra 4 kesan dikir. Lê dawiyê biryar da ji vê rêyê dûrkeve û piştî 25 rojan bedena wî bi temamî ji vê jehrê xilas bû.

Têkildarî girtina bazirganê narkotîkê, Elî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîne kir û hin agahî bi wan re parve kirin. Di encamê de dema bazirgan digihêje Hesekê di sûc de û pê re narkotîk heye, tê girtin û ji dozgeriya giştî re tê veguhastin.

(şx)

ANHA