Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Reqayê bi meşeke girseyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir.

Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Xelkê Reqayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
31 tebax 2023   12:21
REQA

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nav de, xlkê Reqayê li pêşiya Nexweşxaneya Meşhedanî ya li naverasta bajêr kom bûn û bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş li Qada Jina Azad vegerî mîtîngê.  Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên navneteweyî û CPT′yê hate kirin ku destwerdanê bikin û tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Her wiha bang li gelên azadîxwaz hate kirin ku dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina pîvan, peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye û ev bang hat kirin: "Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku siyasetên wê yên înkarkirinê berxwedana malbatên şehîdan têk nabin, lê belê îsrara wan a têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibe.′′

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan  a Zenûbiya ya Reqayê Sewsen El Xelef jî axivî û got: "Em jinên Reqayê tevahî şehîdên ku bûne bingeha jiyana azad, sedema vîna jina azad û ronahiya li dijî zulmê  bi rêzdarî bi bîr tînin."

Sewsen wiha domand: " Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku jin dikarin bi têkoşîna xwe jiyaneke birûmet  ava bikin. Bi hebûna Rêbertî desthilat nikarî vîna jinan bişikanda."

Sewsen anî ziman ku pergala Îmraliyê bi xwe tecrîdek e û tevahî kiryar di bin navê cezayên dîsplînê de pêk tên derew in û got: ′′ Bi rêya van kiryaran dixwazin valahiyeke di navbera gelên Rojhilata Navîn û Rêbertî de çêkin û hewl didin modela neteweya demokratîk têk bibin.′′

Sewsem di dawiyê de soz da ku ew ê ji bo diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan canê xwe feda bikin.

Çalakî bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA