Parlamenterekî Ewropayê: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya siyasî bingeheke xurt e

Parlamenterekî Ewropayê hewldanên Rêveberiya Xweser ên bi armanca çareseriya siyasî erênî nirxand û got, ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê beyannameya çareseriyê dikare bibe bingehekî xurt.

Parlamenterekî Ewropayê: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya siyasî bingeheke xurt e
31 tebax 2023   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi parlamenterê Ewropayê Javier Nart re hevdîtin pêk anî. Her du aliyan rewşa Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet gotûbêj kirin.

Hevdîtin li avahiya Parlamentoya Ewropayê pêk hat û 2 saetan dewam kir. Ebdulkerîm Omer bal kişand ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi awayekî siyasî divê hewldan lezgîn werin kirin.

Omer îşaret bi xwepêşandanên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de kir û diyar kir ku rewşa aborî û debarê ya xirab yek ji sedemên sereke yên van xwepêşandan ne.  

Omer da zanîn ku elaqeya navneteweyî ya bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê û desteka diravî ya ku cîhan pêşkêşî gelê Sûriyeyê dike kêm bûne û got, ev lawzbûn aloziya mirovî mezintir dike û dibe encamên xeternak bi xwe re bînin.

Ebdulkerîm Omer bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê û wiha domand: "Rêveberiya Xweser beriya çend mehan du însiyatîf ragihandin. Yek ji bo çareseriya siyasî ye ku dawî li şer li welat bîne û ya din jî ji bo pêşwazîkirina penberên Sûriyeyê ye. Ev însiyatîf nîştimanî û mirovî ne ku dikarin êş û azarên sûriyeyên ku ji ber şer neçar mane ji welat derkevin, bi dawî bike."

Omer da zanîn ku çeteyên DAIŞ û komên din ên tundrw yek ji asteng û gefên li pêşiya herêmên Rêveberiya Xweser in û diyar kir ku civata navneteweyî  berpirsyariyên xwe bi cih nayîne û bangên wan ên tevkariyê di dadgehkirina çeteyên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de paşguh dike.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Javier Nart jî diyar kir ku ew rewşa Sûriyeyê dişopîne û ji rewşa aborî û debarê ya xirab agahdar e.

Her wiha anî ziman ku ji bo çareseriyeke siysaî li Sûriyeyê divê xebateke lezgîn bê kirin û diyar kir ku Rêveberiya Xweser jî di nav de divê tevahî aliyên sûriyeyî yên aktîf beşdarî çareseriya siyasî bibin û siberoja welatê xwe diyar bikin.

Nart hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareseriya siyasî  erênî nirxand û anî ziman ku wî beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser şopandiye  û got: "Li gorî min beyanname wê bibe bingeheke sereke û xurt a çareseriya siyasî.′′

Nart anî ziman ku cîhan deyndarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku rêxistinên tundraw ên li ser tevahî cîhanê xetere bûn, têk birin. Her wiha got, divê civata navneteweyî erkên xwe bi cih bînin, tevahî desteka pêwîst pêşkêş bikin û di darizandina DAIŞ′ê de û pêkanîna ewlehiya heêrmê de bibe tevkar.

(bb)

ANHA