′Divê fedakariyên şehîdan bi serkeftinê bên tacîdarkirin ′

Ji bo şervanê QSD′ê Mihemed Hemed El Cuma merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin. Di merasîm de hate gotin, divê fedakariyên şehîdan bi serketinê bên tacîdarkirin.

′Divê fedakariyên şehîdan bi serkeftinê bên tacîdarkirin ′
′Divê fedakariyên şehîdan bi serkeftinê bên tacîdarkirin ′
′Divê fedakariyên şehîdan bi serkeftinê bên tacîdarkirin ′
31 tebax, 2023   12:28
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya Qamişloyê ji bo şervanê QSD′ê Mihemed Hemed El Cuma ê 29′ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê li ber mala wî ya li gundê Yûsifiyê yê navçeya Girkê Legê veda.

Şêniyên Qamişlo, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran herikîn bin kon û sersaxî xwest.

Di merasîmê de endama Kongra Star a Girkê Legê Nihayat Mûsa sersaxî da malbata şehîdû got: "Bi saya fedakariyên şehîdan em bi ewle dijîn. Divê em van fedakariyên bi serkeftinê û şopanina têkoşîna wan tacîdar bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Fîras Mihemed soz da ku ew ê heta pêkanîna hêviyên şehîdan ên azadiyê li ser rêça wan bin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Dêrikê Xalid Dêrik got ji bo parastina destkeftiyên şehîdan dive têkoşîn were  mezinkirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(fr)

ANHA