Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir û di encama êrişê de balafirgeh ji xizmetê derket.
Ajansa Nûçeyana a Sûriyeyê (SAHA) li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî got, artêşa Îsraîlê barbanga vê sibehê balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir hedef.
Li gorî heman çavkanî "Saet derdora 04:30'an ê barbanga îro, Îsraîlê êrişeke hewayî ji aliyê Deryaya Spî rojavayê Laziqiyê yê ve pêk anî û balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir hedef. Di encama êrişê de ziyanên mezin gihaştin balafirgehê û ji ximzetê derket."
(bb)