65 penaberên din ên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker hin penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derdixe û li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih dike. Heta niha di mehekê de hezar û 273 penaber li kantona dagirkirî bi cih kiriye.  

65 penaberên din ên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin
27 tebax 2023   20:31
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker îro 65 penaberên sûriyeyî yên ku ji Tirkiyeyê hatine derxistin, radestî çeteyên Polîsa Leşkerî kir da ku wan li malên koçberên kantonê bi cih bikin.

Bi wê re hejmara penaberên sûriyeyî yên li kantona dagirkirî ji destpêka vê Tebaxê ve bi cih kirine, derket hezar û 273 penaberî.

Hemwextî derxistina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê û bicihkirina wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker hejmarên din ji penaberên ji Tirkiye derdixe û bi rêya deriyê Bab El Hewa û Bab El Selam derbasî deverên dagirkirî yên Sûriyeyê; Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dike. Heta niha di vê mehê de hejmara penaberên sûriyeyî yên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê hatine bicihkirin, gihaşt 12 hezar û 600 penaberî.

(mh/şx)

ANHA