Li Çilaxa firneyek tê avakirin

Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê firneyeke nan li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ava dike.

Li Çilaxa firneyek tê avakirin
28 tebax 2023   06:20
QAMIŞLO- BESNA ŞEMO

Gerînendeya Giştî ya Firneyan a Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê di Tîrmeha borî de xebatên avakirina firneyekê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê da destpêkirin. Avakirina firneyê piştî giliyên şêniyên navçeyê yên ji ber kêmbûna nan pêk hat.

Firne li nêzî Garaca Rojhilat a navçeyê tê avakirin. Dirêjahiya firneyê 60 metre, panbûna wê 13 metre û bilindbûna wê 5 metre ye. Firne wê li gorî du danan bixebite û rojane 8 ton an ku nêzî 6 hezar û 500 turbe nan çêke.

Hevseroka Gerînendeya Firneyan a Kantona Qamişloyê Suheyla Şemo diyar kir ku firneyên li navçeyê têra pêwîstiyên welatiyan nakin, ji ber vê yekê dê firneyeke nû were avakirin

Suheyla Şemo anî ziman ku piştî bidawîbûna lêkolînên pîşeyî, hiqûqî û diravî wan xebatên avakirina firneyê dane destpêkirin. Her wiha destnîşan kir ku Şirîketên Cizîrê û Andok dê di firneyê de bixebitin.

Li gorî bepirsên li ser avakirina firneyê disekinin, firne dê di nava 3 mehan de bi dawî bibe û dikeve xizmetê. Lêçûna avakirina firneyê 170 hezar dolar e.

Şêniyê bi navê Hisên Şêx diyar kir ku miqadara nan têra malbata wî nake û got avakirina firneyê gaveke gelekî baş e.

Şêniya bi navê Meryem Xidir jî got: "Em ê ji pirsgirêka sekna bi tabûran ji bo wergirtina nan xelas bibin."

(bb)

ANHA