Nirxandina Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê

Endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê girankirina tecrîdê hemwextî bêdengiya navneteweyî wek berdewamiya planên dewletên kapîtalîst ên li dijî ramana Rêber Abdullah Ocalan û gelên bi saya ramana wî azad bûne, bi nav kir.

Nirxandina Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê
27 tebax, 2023   23:36
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û li hember wê jî têkoşîna gelan a ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî her diçe bilindtir dibe.

`BI FELSEFEYA AZADIYÊ EM DÊ AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊK BÎNIN`

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Ednan Xelîfe der barê tecrîdê de got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîda xwe ya giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 2 salan de bi bihaneya cezayên dîspliînî didomîne. Rêber Abdullah Ocalan xwediyê projeya neteweya demokratîk ku ev proje jî bûye çareseriya pirsgirêkên herêmê.”

Xelîfe wiha domand: "Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî di serî de CPT'ê ya ku serdana ÎmralîIiyê kir û tu agahî der barê wê de ned, dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û rê bidin parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan ku serdana wî bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe li gor felsefeya azadiyê bidomîne."

'TECRÎDEK DÛRÎ MIROVAHIYÊ'

Girêdayî heman mijarê, endama însiyatîfê Buseyne El Hesen siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Îmraliyê wek siyasetên dermirovî bi nav kirin û got: "Em tu tiştî der barê rewşa Rêber Apo de nizanin ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hevdîtina bi wî re qedexe kiriye."

Her wiha, endamê însiyatîfê Mihemed Husam El Şewax jî destnîşan kir ku cezayên dîsplînî rêbazeke nû ya zexta derûnî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan in, lê belê ew bi vê yekê nikare gel ji fikrê wî dûr bixe.

Endama komîteyê Rabia Bekro kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kir ku ew berdewamiya komploya navneteweyî ne ya ku dewletên kapîtalîst bi rêya Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî û got: "Em ê heta têkbirina planên wan dewletan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin."

(mh/şx)

ANHA