Ji bo malbata şehîd Azadî Strêk sersaxî hat xwestin

Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata gerîlaya HPG'ê Sîham Bozan (Azadî Stêrk) re xwest.

Ji bo malbata şehîd Azadî Strêk sersaxî hat xwestin
27 tebax, 2023   10:49
REQA

Gerîlayê HPG'ê Sîham Bozan (Azadî Stêrk), 1'ê Tîrmeha 2023'yan di êrişa dewleta Tirk a  dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Endamên meclisên sivîl û leşkerî jî di nav de, şêniyên Reqayê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Azadî Stêrk ku li ber mala wê ya li bajar hatiye vedan.

Di bin kon de endamê Saziya Kar û Barên Olî Elî Salih axivî û got: "Çima rûndik dibarin. Xwedaiyê mezin dibêje şehîd zinîd ne û namirin, nabe em li ser şehîdan bigirin."

Apê şehîd Azadî Stêrk Osman Bozan soz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA