​​​​​​​Mîthat Sancar: Em ê mezin bibin

Hevserokê Giştî yê HDP`ê Mîthat Sancar ku di 4`emîn Kongreya Awarte ya HDP`ê de axivî, bal kişand ser pêdiviya xwe nûkirinê û mezinkirina têkoşînê û got: “Em ê dara HDP`ê biparêzin, em ê mezin bibin.”

​​​​​​​Mîthat Sancar: Em ê mezin bibin
27 tebax, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

4’emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê tê lidarxistin, dewam dike. Li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” hatiye vekirin.

Di destpêka kongreyê Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Çepnî axivî. Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP`ê Pervîn Buldan axivî. Piştî axaftina Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û axaftin kir.

SANCAR: HDP KARÎ RÊYÊN NÛ VEKE

Sancar wiha got: “Rêwîtiya HDP’ê ya 11 sal berê dest pê kirî tevî her cureyên zehmetî û astengiyan jî didome. Partiya me karî hemû astengiyan derbas bike, rêyên xitimî û yên nû veke. HDP, tevger û fikriyateke ku rihên xwe pir kûr berdana nava xakê. Ev rêya ku bi bedel û xîreteke mezin hatiye destpêkirin, niha ketiye qonaxeke nû. Ev qonax, berpirsyartî û peywirên girîng li me ferz dikin. Li dijî rejîma otorîter, zextker, înkarger û mêtinger a niha li Tirkiyeyê roj bi roj xwe sazûman dike, navenda têkoşînê HDP ye.

Em di ferqê de ne ku encamên dawî yên hilbijartinan, me serkeftî nîşan nadin. Hedefên me hebûn lê me nekarî pêk bînin. Muhesebekirina vê jî mecbûriyeteke dîrokî, exlaqî û wijdanî bû. Ji bo ku soza me daye gelê xwe pêk bînin, piştî hilbijartinê demildest hewldanên me çêbûn. Di pêvajoya heta kongreyê de hemû xebatkarên partiyê ya ku ji destê wan hatî kir.

 XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA XURTTIR

 Em mecbûr in ku xwe nû bikin û xeteke têkoşînê ya xurttir ava bikin. Ji ber ku tu hêz, navnîşan, dînamîk û tecrûbeyeke din aku bikare demokrasî, aştiyeke adilane, azadî û wekheviyê bîne vî welatî nîne. Lewma berpirsyartî û peywira me giran e. Me hemû astengî û zehmetiyên heta niha derbas kirin. Xwestin fikriyata me bifetisînin lê me yekitiya xwe ya navxweyî parast û ev dorpêç ji holê rakir. Kêmasî û xeletiyên me jî çêbûn. Em nikarin van paşguh bikin. Lê divê em ji her alî ve bigirin dest û xeteke têkoşînê ya rast ava bikin.

 Fikriyata HDP’ê xwedî taybetiyên wisa ye ku dikare ji bo vî welatî, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bibe mînak. Cudahiyên me dewlemendiya me ne. Bi pêkhateyên xwe, bi kesayetên xwe, bi hevalên xwe yên têkoşînê re em hemû cudahiyên xwe diparêzin û di çarçoveya heman hedef, rêgez û nirxan de dimeşin. Mezinahiya HDP’ê jî jni vir tê.

 DIVÊ EM DARA HDP’Ê BIPARÊZIN

 Ev kongre, fînala pêvajoya me daye desptêkirin nîne. Tenê yek ji rawestgehên pêvajoya muhasebeyê ye. Em ê ji vir û şûnde tecrûbeya xwe ya têkoşînê û hêzên xwe li Partiya Çepên Kesk kom bikin lê dê HDP hem weke sazî hem jî weke ruh li vir e. Em ê mezin bibin. Li dijî zem, zilm û xerabiyên ev rejîm bi gelê me dide jiyîn, têkoşîna xwe mezin bikin. Yek ji hedefa me ew e ku bi hemû derdorên civakî re yekitiya xwe hîn xurtir bikin. Rexne û nirxandinê têkildarî HDP’ê girîng in. Em tevekan jî girîng û binirx dibînin. Hinek derdor hewl didin li dijî vê fikriyatê planên pêş bixin. Divê em li dijî van hişyar bin. Divê em dara HDP’eê biparêzin û ev deyn û berpirsyartiya me ye.

 EM Ê MEZIN BIBIN

 Em ê hevgirtina xwe xurt bikin û mezintir bibin. Em ê kêmasî û xeletiyên xwe yên di hevdîtinên xwe yên tifaqan de baş bibînin, binirxînin û pêwendiyên nû ava bikin. Em ji bo aştî, demokrasî û edaletê ketin rê. Aştiyeke birûmet û adilane hedefa me ya herî girîng e. Lewma em vê kongreyê diyarî dayikên aştiyê dikin. Ji bo ku têkoşîna dayikên aştiyê bi ser bixin, em vê kongreyê pir girîng dibînin. Hem dayika me ya Adalet Safali, hem dayika me ya Sosin û hem jî kurê wê Cîhan Akçelîk ji ber zilmê jiyana xwe ji dest dan.

 EM NEÇARIN MÎNAKAN AVA BIKIN

 Li pêşiya me kongreya Partiya Çepên Kesk heye. Ev pêvajo dê bi kongreyan bi dawî nebe. Di mijara gel, siyaset û hwd. em ketibin nava çi kêmasiyan, em ê di civîn û kongreyên xwe de nîqaş bikin. Heke em nekarin siyasetê bi gel re bimeşînin, em ê bikevin xefikên partiyên pergalê. Bi qasî rêgezên xwe yên polîtîk, em ewqas jî bi rêgezên xwe yên etîk hene. Ji bo ku berpirsyartiyên xwe pêk bînin, em neçarin ku bingeheke saxlem ê polîtîk û etîkê ava bikin ku tu kes nekare gazincan bike. Fikriyatek li pêşiya me heye ku dikare ji bo siyaseta Tirkiye û cîhanê mînakan biafirîne. Ev jî HDP ye. Divê em di mijara kirina siyasetê ya li Tirkiyeyê de mînakan ava bikin.

 EM Ê WEKE NEFEREKÎ VÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN

 Piştî 30 salên jiyana xwe ya akademiyê, ji bo hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ez hatim vexwendin. Min jî qebûl kir û bi awayekî çalak di partiya me de dest bi siyasetê kir. Armanca min ew bû ku tevahiya keda xwe ya 30 salan a ji bo aştî, çareserî, demokrasî û mafên mirovan derbasî vê partiyê bikim. Armanca min ew bû ku vê tecrûbeya xwe bikim parçeyeke fikriyata HDP’ê. Ev yek, peywireke min a exlaqî, wijdanî û siyasî bû. Min ji bo çareseriyê xebat kirin. Ji bo çareseriyeke adilane min di qada neteweyî û navneteweyî de xebat meşandin. Lê dema min dest bi wekîltiyê kirî, em ketin pêvajoya herî giran, pêvajoya plana têkbirinê û konsepta şer. Di rewşeke wiha de min di kongreya sala 2020’an de teklîfa hevserokatiya giştî qebûl kir. Li gel we çi ji destê min hatibe min kir. Ev, peywireke birûmet bû. Ez gelek tiştan hîn bûm. Êdî ji vir û şûnde dê hinek hevalên me yên din vê peywirê bigirin. Soz didim ku weke neferekî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.

 TESLIMYET TUNE YE HETA DAWIYÊ TÊKOŞÎN HEYE

Rêhevalên min ên hêja, gelê me yê biqedr, em neçarin ku bi ser kevin. Hêza ku dê vî welatî ji xwîn û şer rizgar bike li vir e. Ji vir û şûnde jî çi ji destê min were ez ê bikim. Em bi hev re ne û her cureyên peywirê pîroz in. Hevserokatiya giştî ya HDP’ê jî peywireke birûmet bû. Ez her ji niha ve wan hevalên nû pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim. Bila kesek xwe reşbîn neke. Ji ber ku bêhêvîtî û reşbînî mirov ber bi teslimiyetê ve dibe. Teslîmbûn tune ye. Em ê heta dawiyê têbikoşin û bi ser kevin. Em vê têkoşînê ji bo rêhevalên me yên di zindanan de, ji bo hemû mirovên me yên bedelê didin, ji bo hevalên me yên li sirgûnê û ji bo hemû hemwelatiyên vî welatî dimeşin. Rêya me vekirî be. Em ê bi ser kevin. Serkeftin hevalno.”

 Kongre, bi xwendina raporên xebatan didome.