​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin

Yekîneya Avê ya Tebqayê hewl dide dînemoyên avê yên li Stasyona Ayid biguherîne da ku ava vexwarinê ku ji ber birîna ava çemê Firatê ya ji hêla dewleta Tirk ve gelekî kêm bûye, ji nû ve bigihîne welatiyan.

​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
​​​​​​​Ji ber birîna avê dînemoyên avê nikarin bixebitin
26 tebax, 2023   02:15
TEBQA - SELAM KÊREWAN

Ji ber ku birîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, 9 stasyonên ava vexwarinê ku av dida Tebqa û gundewarên wê, di vê mehê de ji xizmetê derketin. Lê ji bo ku ava vexwarinê bigihîne welatiyan, Yekîneya Avê ya Tebqayê hewl da bi rêya stêran avê bigihîne gundan.

Ji ber nexebitîna 9 stasyonên dayîna avê, zêdetirî 50 hezar welatî ji ava vexwarinê mehrûm man.

Piştî Stasyona Ayid ji xizmetê derket, Yekîneya Avê ya Tebqayê yekser 2 dînemoyên guherandin da ku ava vexwarinê bê peydakirin.

Li ser mijarê, hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemod El Şêx wiha got: “Qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bû sedema karesatên mirovî û jîngehê û tu bertekên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li herêmê tune ne."

El Şêx wiha domand: "Me Yekîneya Avê ya Tebqayê dînemoyên Ayidê yên avê dide 20 hezar kesî, da ku barên welatiyan di çend rojên borî de kişandine, sivik bikin."

Çaverê ye, yekîne xebata guhartina tevahî dînemoyên vertîkal bi yên horizontî biguhere, da ku ava vexwarinê bigihîne tevahî welatiyan.

Piştî nêzî 30 meh ji destpêkirina bênavber ji qutkirina ava çemê Firatê re, rêjeya avê bi awayekî mezin kêm dibe. Her wiha golên li ser çemê jî depoyên stratjîk ji dest da; mîna gola Bendava Firatê ya li Tebqayê.

14,5 milyar metrekab av dikeve Gola Firatê, lê di vê dawiyê de zêdetirî 4 milyar ji depoya xwe ji dest da; ji ber ku herikîna avê pir kêm bûye û têra pêdiviyên herêmê yên ava vexwarinê, avdan û kehrebeyê nake.

(fr)

ANHA