‘Dewleta Tirk bi birîna avê dixwaze şêniyan bide koçberkirin’

Şêniyan got armanca birîna ava vexwarinê li ser Hesekê û kêmkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, koçberkirina şêniyên herêmê û şikandina vîna wan e û bang li hêzên navneteweyî kir li hember sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin.

‘Dewleta Tirk bi birîna avê dixwaze şêniyan bide koçberkirin’
26 tebax, 2023   03:51
DÊRAZOR-FATME EL EBID

Dewleta Tirk a dagirker birîna ava stasyona Elokê li ser Hesekê û gundewarên wê û kêmkirina ava çemê Firatê didomîne. Bi wê re, bi taybet li gel bilindbûna pileyên germahiyê, krîzeke mezin a avê li herêmê çêkir. Hemwextî wê civata navneteweyî ji bo sînordarkirina bikaranîna avê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê ji hêla dewleta Tirk ve, tev nagere.

Şêniyê bi navê Ehmed El Tirkî yê ji bajarokê Hecînê yê Dêrazorê der barê krîza avê ya li herêmê de wiha got: “Em êşa tunebûna avê dikişînin. Em li Dêrazorê, ji ber ku birîna ava vexwarinê ji hêla dagirkeriyê ve heman êşên şêniyên Hesekê dikişînin. Ji ber ku av pêdiviya bingehîn e."

El Tirkî sûcên dewleta Tirk bi dermirovî wesif kirin û wiha domand: "Li dijî gelê me ew reftareke dermirovî û binpêkirineke dijminane ye. Em li hember qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bê deng namînin. Ne ji mafên wê ye ku avê ji me mehrûm bike. Em nahêlin tu kes mafên me bin pê bike. Divê aliyên hiqûqî û mirovî destwerdanê bikin û bikaranîna avê weke çekekê bi dawî bikin."

Nêzî 30 meh e dewleta Tirk ava çemê Firatê dibire û rêjeya avê bi awayekî ‎mezin kêm dibe. Her wiha golên li ser çem jî depoyên stratjîk ji dest dan; mîna gola Bendava ‎Firatê ya li Tebqayê.‎

Şêniya bi navê Merwe Ehmed a ji Dêrazorê jî wiha got: "Dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî di dagirkerina herêmê û têkbirina modela Rêveberiya Xweser de bi bin ket, siyaseta tîkirinê bi kar tîne."

Merwe wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi van siyasetan dixwazin vîn û berxwedana me têk bibe û me ji herêmê bide koçberkirin."

(fr)

ANHA