ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2023
25 tebax, 2023   23:00

-Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Komîteya Jinan a Dêrazorê destnîşan kir ku tevî tecrîdê jî fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bibe û gotin: "Ev fikr mîsogeriya aramiya Rojhilata Navîn e.''(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re wek “îxaneta li Kurdan” bi nav kir û banga yekitiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîneya Avê ya Tebqayê hewl dide dînemoyên avê yên li Stasyona Ayid biguherîne da ku ava vexwarinê ku ji ber birîna ava çemê Firatê ya ji hêla dewleta Tirk ve gelekî kêm bûye, ji nû ve bigihîne welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê ji bo bêhnvedanê berê xwe didin parkên giştî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyan got armanca birîna ava vexwarinê li ser Hesekê û kêmkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, koçberkirina şêniyên herêmê û şikandina vîna wan e û bang li hêzên navneteweyî kir li hember sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fesla Hecî Hisên 56 sal e di ber stranên kurdî yên folklorî û bîranên demên berê hiriyê dirêse. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star bi sernavê "Ji qetilkirina jinan re na" semînerekê li hola MSD'ê ya bajarê Hesekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê xebatkarê JIN TV'yê Necmedîn Feysel ê 23'yê Tebaxê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Îsamîl a navçeya Amûdê tê veşartin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA