Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Meter Hisên (Lorens Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hat veşartin.

Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Ednan Hisên li Hesekê hat oxirkirin
25 tebax, 2023   18:17
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Ednan Meter Hisên (Lorens Hesekê)  23'yê Tebaxê dema li ser wezîfeya xwe bû, şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê şehîd Endnan Meter Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spart axê.

Girseya şêniyan cenazeyê şehîd ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi goristanê ve çû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û got: "Şehîdên me ji bo parastina pêkhateyan ji terorê û di oxira ku gel ewle û bi rûmet bijî de canê xwe feda kir."

Mehmûd soz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin heta tevahî herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

Ji fermandarên Melcisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Demhat Hesekê bal kişand ser berxwendana gel a di Şoreşa Rojava de û diyar kir ku bi vê berxwedanê gelên herêmê ji zulm û koletiyê rizgar bûn û terora DAIŞ'ê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat têkbirin.

Demhat Hesekê di dawiyê de got: "Ji vî cihê pîroz em soz didin tevahî şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê şopdarên xeta wan bin."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Guljîn  Ehmê wesîqeya şehadetê ya şehîd  xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA