Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina meclisên herêman û biryaran bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
25 tebax, 2023   17:03
QAMIŞLO

2'yemîn Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê bi beşdarbûna 200 nûnerên meclisê dest pê kiribû. Konferans bi dirûşma "Bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jin bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin"  li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê pêk hat û bi hilbijartina meclisên herêman û biryaran bi dawî bû.

Di konferansê de bi navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axaftin hatin kiri û rapora du salên borî ya meclisê hat xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan û rêziknameya Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan hat xwendin.

Ji bo pêşxistina karê meclisê, çawaniya destekdayîna zarok û malbatên şehîdan, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Piştre meclisên herêman hilbijartin.

Konferans bi biryaran û plansaziya du salên bê, her wiha diyarkirina dirûşma meclisê bi dawî bû.

(bb)

ANHA