'Ramanê Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya aramiya herêmê ye'

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Komîteya Jinan a Dêrazorê destnîşan kir ku tevî tecrîdê jî fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bibe û gotin: "Ev fikr mîsogeriya aramiya Rojhilata Navîn e.''

'Ramanê Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya aramiya herêmê ye'
25 tebax, 2023   23:40
DÊRAZOR – FATME EL EBID

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Ev yek di nava raya giştî de bûye cihê nerazîbûnê.

Der barê vê mijarê, de serokê Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yehya El Sofî got, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan îsbat dike ku dewleta Tirk a dagirker ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse. El Sofî anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan aştiya li welat mîsoger dike.

El Sofî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze siyaseta qirkirinê li dijî gelên azadîxwaz û projeya neteweya demokratîk pêk bîne û wiha dom da axaftina xwe: "Li gorî dewleta Tirk a dagirker, fikrê Rêber Abdullah Ocalan li ber planên wê yên mêtingeriyê û dagirkirina herêmê dibe asteng."

El Sofî wiha zêde kir: "Siyasetên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne dê nikarin îradeya gelên têkoşer bişkîne. Îsrar û îradeya xurt a Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku rastî û edalet tu carî bi tu sîstemên zordestiyê têk naçin û ew ê her ji bo gelan bibin armanca têkoşînê."

El Sofî bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê di doza Rêber Abdullah Ocalan de bikin,  mafên wî yên parastinê vegerînin û dadgeheke zelal li gor pîvanên navneteweyî ava bikin.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Ayşe El Mudehî  destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rêbazeke îşkenceya derûnî û tevizandina siyasî ye ku armanc jê dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji malbat, parêzer û cîhana derve ye.

Ayşe El Mudehî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev tecrîd beşek ji stratejiya qirkirina siyasî ye ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca bidawîkirina çalakvan û kesayetên siyasî yên ku banga guhertin û wekheviyê dikin bi kar tîne."

Ayşe El Mudehî wiha pê de çû: ''Tecrîdê giran dikin ji ber dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyê dide nirxên azadî, wekhevî, biratiya gelan û mafên mirovan û ku fikrê wî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Ayşe El Mudehî bang li rêxistinên mirovî û CPT’yê kir ku xwedî li erka xwe derkevin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hemû rêbazên îşkenceyê bi dawî bikin.

(mh)

ANHA