​​​​​​​292 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 292 koçberên din ên Êzidî bi awayek dildarî ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.

​​​​​​​292 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê
25 tebax, 2023   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq di daxuyaniyekê de ragihand ku 292 koçberên din ên Êzidî bi awayek dildarî ji kampên koçberan ên li parêzgeha Duhokê vegeriyan  cih û warên xwe Şengalê.

Îvan Fayeq ji hemû aliyên peywendîdar xwest ku pêdiviyên jiyanî û sereke ji koçberên ku vegeriyane Şengalê re dabîn bikin.

Her wiha di daxuyaniya wezîrê de hate gotin, vegera koçberên Êzidî di çarçoveya plana wezareta wan a li ser bingehê bidawîkirina dosyaya koçberan li Iraqê de û li gel bernameya hikûmetê û bi hemahengiya hêzên ewlekariyê û hikûmetên xwecihî  pêk hatiye û wiha hate got; “Em weke wezaret xebatên xwe yên tomarkirina koçberên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe dewam dikin.''