Li bejahiyên Helebê 4 çete hatin kuştin

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê Helebê de 4 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Li bejahiyên Helebê 4 çete hatin kuştin
25 tebax, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê li derdora Kefer Teal a li rojavayê Helebê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de 4 çeteyên ‘Tehrîr El Şam’ hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Girêdayî heman mijarê, çeteyên ‘Fetih El Mubîn’ bi moşekan nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê topbaran kir.

Li gorî SOHR′ê, di saetên vê sibehê de karwanekî leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li ser rêya M5 a li rojhilatê Seraqibê hate hedefgirtin, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin. Her wiha vê sibehê li “herêma bêçek” tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.

Bi wê yekê re, ji destpêka 2023′yan de di êrişan de 308 kes hatine kuştin, her wiha 168 leşker, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û 70 welatî birîndar bûn.

(fr)