Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê

Partiya Kesk a Demokrat ji bo peydakirina ava vexwarinê ji hezar malbatên li Hesekê re însiyatîfek ji bo rojekê da destpêkirin.

Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
Însiyatîfeke nû ji bo Hesekê
25 tebax, 2023   10:32
HESEKÊ

Însiyatîfên ji bo dana ava vexwarinê ji şêniyên Hesekê re dewam dikin. Partiya Kesk a Demokrat bi navê "Dayîna avê ji hezar malî re" însiyatîfa ji bo rojekê ji bo dayîna avê bi rêya 70 stêran, da destpêkirin.

Îro bi rêya 15 stêran av li taxa Salihiyê hate belavkirin.

Şêniyên kantona Hesekê ji dema dagirkirina herêmên Serêkaniyê di 2019′an de ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, êşên tunebûna avê dikişînin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ji ser bajêr û gundewarên wê birî.

Ji dema Gerînendetiya Avê ya Hesekê ragihandiye ku Hesekê bajarekî karesatê ye, ji bo piştgiriya şêniyan a avê gelek însiyatîf  pêk hatin. Heta niha nêzî 380 stêrên avê gihaştin bajêr.

QSD, YPJ û YPG′ê 40 stêrên avê xistin xizmeta şêniyên Hesekê. Li kêleka wê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hewl dide bi rêya projeyên altarnatîf Stasyona Elokê peyda bike.

(fr)

ANHA