Êrişa li dijî ekîba JIN TV li Helebê hat şermezarkirin

Jinên li Helebê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî ekîba JIN TV şermezar kir û diyar kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.

Êrişa li dijî ekîba JIN TV li Helebê hat şermezarkirin
25 tebax, 2023   08:46
HELEB

23`yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyeke JIN TV hedef girt. Di êrişê de karmendê JIN TV Necmeddîn Feysel şehîd bû, nûçegihana kenalê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.

Ji bo şermezarkirina êrişê bi dehan endamên Kongra Star, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, meclis û komînan li pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa daxuyaniyek xwend û êriş şermezar kir.

Rûşîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina sûc û binpêkirinên xwe rojnamevanan dike hedef. Rûşîn bang li saziyên mirovî û hiqûqî kir ku li hember van sûcan dengê xwe derxin, berpirsiyariyên xwe pêk bînin û nebin şirîkên dewleta Tirk a dagirker ên kuştina gel.

Rûşîn diyar kir ku dê jinên li Helebê li hember van êrişan têkoşînê bilind bikin.

Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(c)

ANHA