Di êrişa dagirkeran a li Biradostê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn

Îro balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker 3 deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Di êrişa  dagirkeran a li Biradostê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn
24 tebax, 2023   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser deverên sivîl û malên welatiyan berdewam dikin û di encamê de welatî şehîd û birîndar dibin.

Îro li Hewlêrê berpirsên Kurd hemêza xwe ji wezîrê karên derve yê dewleta Tirk ya dagirker û serokê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan re vedikin. Lê êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk di kêliyên hevdîtinên li Hewlêrê li  gel Fîdan de dihatin kirin jî, li ser mal, welatiyên sivîl û azadîxwazan berdewam dikin. 3 caran gundê Saliawa yê navçeya Pênciwênê hate bombebarankirin.

Her wiha di êrişeke din a balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a faşîst de li ser deverên nîştecihbûnê û welatiyan yên Mêrgemîr yê herêma Biradost, malên welatiyan hatin bombebarankirin û di encamê de 4 kes şehîd bûn.