Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin

Desteya Çand û Hunerê zarokên beşdarî pêşbirka 4′an a salane ya Nivîskarên Pêşerojê ya Zarokan bûne, xelat kirin.

Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
Beşdarên pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê hatin xelatkirin
24 tebax, 2023   12:37
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê li dar xist. Şahî ji bo xelatkirina zarokên beşdarî pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya Zarokan bûne, hate organîzekirin. Pêşbirk di 7′ê Tebaxê de bi dawî bûbû.

Endamê komîteya amadekar a pêşbirkê Ebdulmecîd Xelef got ew ji bo pêşxistina behreyên zarokên ên xwendin û nivîsandê van pêşbirkan li dar dixin.

Xelef diyar kir ku dê çîrok û nivîsên beşdarên bi ser ketine, bi zimanên erebî û kurdî werin çapkirin.

Xelef anî ziman ku dê komîteya amadekar diyarî û xelatên sembolîk li tevahî zarokên beşdar belav bike.

Di dawiyê de Xelef got ew spasiya zarokên beşdar bûne dike û bang kir ku divê zarok berhemên xwe yên fikrî binivîsin û xurt bikin.

Dûre zarok Diyar Hisên li tembûrê da. Piştre komîteya nirxandinê berhem nirxandin, diyarî û xelatên sembolîk li beşdaran belav kirin. Zarokên beşdar bûne di navbera 10-18 saliyê de ne û bi berhemên xwe yên bi zimanên erebî û kurdî beşdar bûn.

(fr)

ANHA