Geşedanên li Siwêdayê ber bi ku ve diçin?

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê Adil El Hadî destnîşan kir ku veguherîna hikumeta Şamê ber bi ‘hikumeta bacan’ ve, hişt zehmetiyên gel zêdetir bibin û got krîza li Siwêdayê siyasî ye û çareserî xelaskirina navendîbûnê ye.

Geşedanên li Siwêdayê ber bi ku ve diçin?
22 tebax, 2023   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA HEBÎB

Li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê li dijî siyasetên hikumeta Şamê xwepêşandan û protesto hene; siyasetên herî dawîn jî astengiya aliyê aborî ye ku buhayên madeyên bingehîn hatin bilindkirin.

Rojnameya ‘Siwêda 24’ da zanîn ku roja yekemîn a xwepêşandanan şênî bi girseyî daketin qadan û dikanên xwe girtin, her wiha karmendên hikumetê jî neçûn karê xwe.

‘HIKUMET BÛ HIKUMETA BACAN’

Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El Hadî yê ji Siwêdayê li ser mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Ji ber biryarên hikumeta Şamê gel bertekên hişk nîşan dan; xwepêşandan, îsyan pêk anîn û neçar kirin ku sazî deriyên xwe bigirin. Bi wê re yekbûnek di navbera alîgirên rejîma Baasê û hêzên mêtinger û di navbera gel de çêkir.”

El Hadî wiha domand: "Ji zêdetirî 3 salan ve hikumeta Sûriyeyê ya dagirker ji bilî biryarên bacan ji berîkên welatiyan nedane. Bi wê re, li gorî pîvanên navneteweyî, ji sedî 90’ê sûriyeyî di bin xeta xizaniyê de ne. Ev bac li dijî jiyana mirovan bûn; vîze bi 100 dolarî dihatin derxistin, heta welatî derbasî welatê xwe bibûna. Li ser bendên kontrolê jî pereyên welatiyan dihatin dizîn û îxanet lê dihat kirin. Biryarên hikumetê aboriya welat wêran kir. Hikumet bazirgan, karsazan û sermayeyan digirin û li şaxên ewlehiyê yên Şamê wan neçar dikin ku pereyan li hember serbestberdanê bidin.”

‘REWŞ HER KU DIÇE XIRABTIR DIBE’

Der barê geşedanên dawîn de El Hadî wiha axivî: "Xuya ye rewş li Siwêdayê û deverên din her ku diçe xirabtir dibe û ji bilî pêkanîna biryara 2254’an tu çareserî tune ne; ji ber ku şertê ji bo fînansekirina tamîrkirinê ye.”

El Hadî bang li xwepêşandêran kir ku saziyên giştî biparêzin, ji ber ku ew ên gel in û divê ji Tabûra 5'an hişyar bin, ji ber ku saziyên desthilatê wan dehf dide ku di tevgeran de tevliheviyê çêkin.

‘PIRSGIRÊK SIYASÎ YE, ÇARESERÎ NENAVENDÎBÛN E’

Tevî ku ev xwepêşandan ji bo daxwazên aborî û jiyanî bûn, lê dîsa jî ev xwepêşandan ne yên pêşîn in. Berê jî gelek xwepêşandan ji bo daxwazên siyasî, di serî de pêkanîna sîstema nenavendî, çêbûn. Bajar li ser şopa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiya û xeta sêyemîn dûrî destpotî û desthilatê pêk anî û neket hembêza dewleta dagirker, mîna qaşo ′Oposîzyona Sûriyeyê′ kiriye û di destê dewleta Tirk a dagirker de bû alav.

Di salên dawîn de bangên pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser piştî biserketina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bilind bûn.

El Hadî wiha dawî li gotina xwe anî: "Tu carî pirsgirêka Sûriyeyê ne aborî bû, lê belê siyasî ye. Ji ber ku felsefeya hikumeta destpot bingeha bela û gendeliyê ye. Destpot jî navendiya tund e û aliyan paşguh dike û wan ji geşkirinê mehrûm dike. Bê guman çareserî, li gorî biryara 2254′an veguherîna siyasî û pergala hikmê demokratîk, zanistî û nenavendî ye.”

(mh)

ANHA