Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê

Jinan di komxebatê de têkoşîna jinan a ji bo têkbirina dagirkeriyê û rûniştandina demokrasiyê nîqaş kirin û destnîşan kirin ku çareseriya herî baş komkirina enerjiya jinên welêt û derveyî Sûriyeyê ye ku ew enerjî jî veguhêzin hêzeke rastîn ku pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê pêş bikeve.

Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
20 tebax, 2023   16:42
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek bi navê "Têkoşîna jinan... Ber bi bidawîkirina dagirkeriyê û rûniştandina demokrasiyê", bi beşdariya aktîvîst û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dar xist.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Efrîn - Şehba Newroz Hisên mijara yekem a bi navê "Siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî gel û jinên Sûriyeyê yên li deverên dagirkirî" xwend.

YEKKIRINA ENERJIYA JINAN

Newroz wiha axivî: "Bi dagirkirina xaka Sûriyeyê re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve,  siyaseta tirkkirinê hat meşandin ku di encamê de dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya herêmê biguhere û şêniyên biyanî li şûna şêniyên wê yên resen bi cih bike."

Der barê bandorên derûnî û civakî yên şer û dagirkeriyê de Newroz destnîşan kir ku zirara herî mezin a di encama van şeran de digihîne jinan nexasim ku li dijî wan tecawizên bedenî û cinsî tên kirin û ew tên neçarkirin ku di cihên teng wek kampan de bijîn.

Newroz wiha domand: "Divê enerjiya jinên welêt û derveyî Sûriyeyê bibin yek. Ev enerjî, bibe hêzeke rastîn a jinan ku pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê pêş bixe. Her wiha divê jin bên birêxistinkirin û qada azadî û berxwedanê berfirehtir bibe û hişmendiya baviksalariyê ji aliyê hemiyan ve bê naskirin."

ROLA JINAN DI GUHERTINA SÎSTEMA SIYASÎ DE

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîde Ebdo beşa duyem a komxebatê ya bi navnîşan "Zehmetiyên siyasî yên di rastiya jinên Sûriyeyê de û nêrîna Meclisa Jinan a çareseriya kirîza Sûriyeyê" xwend.

Xalîde piştrast kir ku jiyana siyasî ya rastîn li Sûriyeyê "di bin siya partiya Baas de" tune ye û got: "Gel ne xwedî nêrîn bû, ji ber ku hilbijartin ne rastî bûn û malbata Esed jî bû mîhwer û cewhera jiyana siyasî."

Xalîde destnîşan kir ku jinên sûriyeyî li hember hemû zehmetiyan li ber xwe dan û rola pêşengiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîstin. têkoşîn mezin, cihê xwe yê xwezayî di xwebirêvebirinê û civakê birêvebirinê de girt.

DERXISTINA PÊŞ A NASNAMEYA SIYASÎ YA JINAN

Xalîde wiha lê zêde kir: "Rastiya ku bûyerên tarî li Sûriyeyê encam dane, bandor li jinan kir û hişt ew zehmetiyên siyasî jî bikişîne."

Ji bo xurtkirina jinan û piştgiriya berxwedana wê, Xalîde anî ziman ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, rola xwe di zêdekirina baweriyê û xurtkirina vîna jinan de lîst, karîgeryên wê di gelek qadan de mîna rêveberî û birêxistinkirinê de, bi pêş xistin ji ber wê, jin pêşengiya civakê kir û xwedî li nasnameya xwe ya siyasî derket.

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo têkildarî komxebatê nêrîna xwe parve kir û destnîşan kir ku Efrîn bi projeya Rêveberiya Xweser dihat birêvebirin û got: “Di wê tecrubeyê de jin xwedî îradeyeke xurt bûn, ev jî hişt ku ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bên hedefgirtin û herî zêde zirar gihîşt wan."

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amne Xidiro jî got: "Me tu carî şerê kesî nekiriye, rêbaza me xweparastin, avakirina Rêveberiyên Xweser û parastina dîrok û xakê ye. Jinan jî di pêkanîna vê yekê de xwedî roleke sereke bû."

Rêvebera Meclisa Perwerdeyê ya Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Suad Hesen got: "Dewletên hegemonîk û yên kapîtalîst ên xwedî hişmendiya baviksalarî ji jinên siyasî ditirsin; ji ber ku ev jin dikare bendên bindestiyê biqetîne û bi rêya birêxistinkirina xwe dikare êrişên dijmin têk bibe."

Suad teqezî bi girîngiya yekkirina jinên cîhanê da û got: "Çareseriya herî baş ew e ku jinên cîhanê bibin yek da ku em azadiya xwe bi dest bixin."

Wêjevan û aktîvîst Nede El Dana destnîşan kir ku jin di pêkanîna erkên xwe de xwedî hişmendiyeke komonîst e, ev jî dihêle ew di hemû qadan de pêşketî bin.

ENCAMNAME

Beşdaran di dawiya komxebatê de li ser hin xalan li hev kir. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kijwan encamnameya komxebatê xwend ku wiha ye: “Rawestandina şer, pêkanîna aştiyê, serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windahiyan, doza şehîd Hevrîn Xelef bigihêje dadgehên navneteweyî, bidawîkirina dagirkeriyê li Sûriyeyê, pêşxistina têkiliyan û lihevkirinan bi tevger û rêxistinên jinan re, divê ragihandin rola xwe bilîze bi taybet di warê hişyarkirina jinan de da ku hêzeke çapemeniyê ava bibe ku piştgiriya mafên jinan bike û rê li pêşiya van sûcan bigire.”

(mh/şx)

ANHA