Bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî re gelek çalakvan hatin girtin

Li gor çavdêrên mafên mirovan ên kurd û îranî, dezgehên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya salvegera qetilkirina Jîna Emînî de, pêleke din ya zext, tirsandin û girtina welatiyên sivîl, çalakvanên Kurd û endamên malbatên qurbaniyên xwepêşandanên dawî yên li seranserî Îranê li Îranê destpê kirine.

Bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî re gelek çalakvan hatin girtin
19 tebax, 2023   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, di 5 rojên borî de herî kêm 23 çalakvan û welatiyên Kurd li bajar û parêzgehên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

Li gorî çavdêrên Kurd, dezgehên ewlekariyê yên Komara Îslamî zext li malbatên qurbaniyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” û dikandarên bajarên Kurdistanê dikin ji bo ku rê li pêşiya li darxistina xwepêşandan û grevên di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bigire.

Çavdêr dibêjin ku girtin li bajar û parêzgehên din yên Îranê dest pê kiriye û heta roja pênşemê hêzên ewlekariyê 13 çalakvanên jin li parêzgeha Gîlanê girtine. Rêveberê Polîsê Parêzgeha Gîlanê, çalakvanên mafên jinan tawanbar kir ku bi çalakiyên salvegera xwepêşandanan li dijî “ewlehiya netewî” tevdigerin.

Fermandarê artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî Huseyîn Selamî di destpêka meha Tebaxê de fikarên xwe ji dubarebûna xwepêşandanan di salvegera xwepêşandanan de nîşan da û got; “Xwepêşandanên li Îrane çêbûyî şerê herî xurt, herî metirsîdar, giran û berfireh bû ku li dijî Îranê hatiye kirin.”

Huseyîn Selamî wiha domandibû; “Dijmin bi niyete di salvegera xwepêşandanan payîza sala borî de, careke din fitneyê bike.”

Herwiha diyar kir ku ji bo dubarenebûna xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê “pêşîlêgirtina zû” weke çare nirxand.