Şehîd Sosin, Egîd, Rênas Roj û hevalên wan li Til Temirê hatin bibîranîn

Şêniyên Til Temirê şehîdên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di salvegera şehadeta wan a duyemîn de bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da ta ku serkeftin pêk were.

19 tebax, 2023   18:53
HESEKÊ

Îro salvegera 2`yemîn a şehîdxistina fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê; Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, hevalên wan Seyfullah Ehmed, Rûbar Hesekê û fermandar Rênas Roj ku di heman rojê de li nêzî Qamişloiyê bi êrişekê hate şehîdxistin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Mlabatên Şehîdan bi koordîneya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê merasîmek li dar xist.

Destpêkê, beşdarên çalakiyê ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ta navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê meşyan. Malbatên şehîdên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, pêkhateyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, partî û yekîneyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê tev li meşê bûn.

Di merasîma bîranînê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hemo Hesen axivî, her 5 şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Dûre bi navê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê feramdar Mihemed Hesen El Hesen axivî û got: “Em îro her 5 şehîdên xwe bi bîr tînin ku bi destê ajanên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn. Em ji wan şehîdan belavkirina fikrê azad, jiyana hevbeş, biratiya gelan û netewa demokratîk fêr bûn.

El Hesen soza berdewamkirina rêya şehîdan da ta ku serkeftin pêk were.

(şx)

ANHA