`Birêxistinkirina civata êzidî misogeriya xilasiya ji komkujiyan e`

Yekitiya Êzidî ya Helebê bi dirûşma “Birêxistinkirina civata êzidî, misogeriya xilasiya ji komkujiyan e” panelek li dar xist. Beşdarên panelê, gotin civata êzidî xwe ji tunebûnê û komkujiyan parast.

`Birêxistinkirina civata êzidî misogeriya xilasiya ji komkujiyan e`
16 tebax, 2023   13:48
HELEB

Yekitiya Mala Êzidî ya Helebê têkildarî bandora modela demokratîk li ser kurdan, êzidiyan û gelê herêmê, her wiha rola Rêber Abdullah Ocalan di birêxistinkirina civata êzidî de, panelek li hola civînan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Endamên partiyan û saziyên sivîl tev li panelê bûn. Di Panelê de berpirsê têkiliyên dîplomasî yê kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Nebo mijara yekemîn a panelê bi rêve bir.

Nebo, şîroveyên Rêber Abdullah Ocalan têkildarî netewe bi bîr xistin. Dûre behsa bandora modela demokratîk li ser kurdên êzidî kir û got: “Baweriya êzidî, yek ji baweriyên herî kevnar ên herêmê ye. Kûrahiya wê ji kûrahiya dîroka şaristaniya mirovî li erdnîgariya Kurdistanê ye.”

Nebo destnîşan kir ku baweriya êzidî, nirxên civakî, hevdu qebûlkirin, ziman, çand, dîrok û erdnîgarî parast û baweriya xwe li kesekî din ferz nekir

Piştre endama rêveberiya Yekitiya Mala Êzidî Yildiz Marko mijara duyemîn a panelê ya têkildarî xebatên ku Rêber Abdullah Ocalan ji civata êzidî re pêşkêş kirine, bi rêve bir.

Yildiz got: “Rêber Abdullah Ocalan, moralên gelê Êzidî bilind kir dema ku bi kurdên resen navandin. Ji ber ku em ziman û çanda kurdî diparêzin. Tişta Rêber Apo ji me re kirî kesekî nekiriye. Her êzidiyek deyndarê wî ye. Ji ber wê me soz da ku li rex tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin û tê bikoşin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û dagirkera Tirk ji axa me derkeve û em li warên xwe vegerin.”

Her wiha hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD`yê şaxê Helebê Eyşe Hiso axivî û got: “Civat û baweriya êzidî tevî komkujiyan lê xwe ji tunekirinê parast.”

Eyşe destnîşan kir ku tunebûna civata êzidî, tê wateya nebûna kurdan e û wiha domand: “Civata êzidî bi çand û zimanê kurdî ve girêdayî ye. Ji ber wê rûbirûyî fermanan bû. Mayîna kurdan bi parastina civata êzidî ve girêdayî ye.”

Hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Menan Cafer got: “Civata êzidî têgeha neteweya demokratîk pêk tîne. Ji ber ku bi baweriya xwe ve girêdayî ne, olên din qebûl dikin, felsefeya wan xwezayî û demokratîk û banga pêkanîna aştiyê dikin. Dîroka kurdan bi saya baweriya êzidî, kurd gihaşt vê pêvajoyê.”

(şx)

ANHA