Şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza xwe nû kir

Fermandar û şervanên Mclisa Leşkerî ya Minbicê bi wesîleya nêzîkbûna salvegera 7'emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, soza parastinê gel ji êrişên derve da.

Şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza xwe nû kir
12 tebax, 2023   01:12
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di 1'ê Hezîrana 2016'an de pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê danbûn destpêkirin. Pêngav di 15'ê Tebaxa heman salê de bi rizgarkirinê bajar û gundewarê Minbicê tacîdar bû.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Omer Mazerlî ku wekî şervan beşdarî pêngava rizgarkirinê bûbû, pêvajoya beriya ragihandina pêngavê û girîngiya Minbicê nirxandin.

Omer Mazerlî diyar kir ku niyeta wan hebû ku pêşî pêngava rizgarkirina Reqayê bidin destpêkirin, lê ji ber bangewaziyên xelkê Minbicê yên ji ber zextên çeteyên DAIŞ'ê desptêkê berî dan Minbicê.

Mazerlî bal kişand ser girîngiya Minbicê û got: "Minbic xwedî cihekî stratejîk e, ji ber vê yekê DAIŞ'ê Minbicê wekî navenda pêşwazkirina çeteyên biyanî bi kar dianî. Her wiha Minbicê xeleka ku herêmên Reqa û Dêrazorê bi herêmên Bab û Raî de digihîne hev. Di heman demê de Minbicê ji bo çeteyên ku di Tirkiyeyê re ji derve dihat, bibû dergeh, nexasim ku Tirkiye dixwest bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê vî bajarî dagir bike."

'MIZGÎNIYEKE XÊRÊ JI BO ME BÛ'

Fermandar Mazerlî anî ziman ku ragihandina pêngava rizgarkirina Minbicê ji bo wan mizgîniyeke bû û wiha dom da axaftina xwe: ''Em di amadebaşiyê de bûn. Xebera ragihandina pêngavê enerjiya me nû kir û moralê me gelekî bilind kir, ji ber em ê dîsa ber bi bajarê ve biçin ku 3 salan beriya pêngavê em jî derketibûn. Beriya Minbicê, me li Kobanê, Sirîn û Şedadê şer kir, lê çavê me timî li Minbicê bû. Di serî de şehîd Feysel Ebû Leyla xeyla wî ew bû ku Minbic û xelkê wê ji zulma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

Omer Mazerlî li ser fermadnar Feysel Ebû Leyla jî axivî û got: "Şehîd Feysel Ebû Leyla tevî ku birîndar bibû jî  bi me re di xeta pêşîn de bû. Me hêz û israra mezin a ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji wî digirt. Ew rêberê me bû û rêya rast nîşanî me dida."

Mazerlî îşaret bi piştevaniya şêniyên Minbicê ya bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rola şêniyên Minbicê gelekî mezin bû ku alîkarî dan hêzên me. Ji roja destpêkê ya pêngavê ve şêniyan agahiyên li ser cihên DAIŞ'ê xwe di nava şêniyan de vedişartin, tunel û cihên mayînkirî didan me."

Mazerlî bi domdarî kir: "Me bi dijwarî şer kir. Em bi israr bûn ku xelkê xwe ji rêxistina DAIŞ'ê rizgar bikin û tola şehîdên xwe hilînin. Her wiha şehadeta fermandarê me Feysel Ebû Leyla israra me wekî şervan zêdetir kir. Me şehîd Ebû Leyla wekî birayê xwe yê mezin didît."

Şervanê bi navê Qasim El Ehmed ku di pêngavê de birîndar bû û ji ber birînê astengdar bûye jî anî ziman ku deweta Tirk a dagirker zext dikir da ku pêşî li pêşdeçûnên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ber bi bajar û gundan ve bigire. Her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk çek dida çeteyan û sînorê xwe ji wan re vedikir, di heman demê de şerê ragihandinê yê dijber dimeşand.

El Ehmed kêliyên êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wan jî bi bîr anî "Piştî me avahiya Zanîngeha Îtîhad rizgar kir me berî da çerxerêya Kutab a li aliyê rojava yê bajarê Minbicê. Dema me çerxerêya Kutab jî rizgar kir em derbasî avahiyeke 3 qatî bûn. Li wir erebeyeke bombebarkirî ya rêxistina DAIŞ'ê êrişî me kir. Ji ber teqînê odeya li baniya avahiyê bi ser serê me de hilweşiya û ez birîndar bû."

Qasim El Ehmed li ser alîkariya şêniyan a bi şervanan re ev li gotinên xwe zêde kirin: "Dema em ber bi gundewarê Minbicê ve diçûn şêniyan bi tilîliyan û reşandina birinc û gulan pêşwaziya me dikirin. Kêfxweşiya wan bi xilasiya ji zulma DAIŞ'ê mezin bû. Jinan cilên reş diavêtin û rûndikên kêfxweşiyê dibarandin. Şêniyan lome li me dikirin ku em dereng man û ji me re ditgotin em li benda we bûn."

El Ehmed anî ziman ku şehadeta hinek şervanan, di serî de şehadeta fermandar Feysel Ebû Leyla israra wan zêdekir û got: "Şehîdan moralê me bilind kir û hişt ku em lez bidin pêngavê rizgarkirinê. Dema em ewlehî û aramiyê dibînin, dema em tevgera serbest a şêniyan li sûk û kolanan dibînin û dibînin zarok dilîzin û gelê me bi azadî û rûmet dijî, ez û tevahî hevalên xwe yên birîndar kêfxweş dibin. Em bi berdêlên ku me dane serbilind in, ji ber ku ev berdêl bi serketinê tacîdar bû."

Omer Mazrelî û Qasim El Ehmed bi nêzîkbûna salvegera 7'emîn a rizgarkirina Minbicê soz dan şêniyên Minbicê ku ew ê herêmê  û niştecihên wê ji êrişên derve biparêzin û amade ne di oxira vê yekê de berdêlên giran bidin.

(bb)

ANHA