Ji Nîsana par ve 24 hezar kes li Girê Spî hatine bicihkirin

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî ji dema dewleta Tirk a dagirker projeya bicihkirinê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ji Nîsana 2022′yan ve ragihandiye, nêzî 24 hezar penaber hatine bicihkirin. Di vê dawiyê de şandina penaberên sûriyeyî bi darê zorê, zêde bûye.

Ji Nîsana par ve 24 hezar kes li Girê Spî hatine bicihkirin
12 tebax, 2023   00:41
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker kiryarên derxistina penaberên sûriyeyî bi darê zorê ji xaka Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve, lezandin.

Li herêmên dagirkirî ji destpêka îsal ve bi hezaran penaberên sûriyeyê bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin, hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna siyaseta xwe ya bicihkirinê bi hevkariya komeleyên Pakistanê, Çeçen û yên Kendavê dewam dike. Ew yek di çarçoveya plankirina bicihkirina biyaniyan li malbatên koçberan de, pêk tê.

Ajansa me di 3 mehên dawîn de belge kir ku nêzî 2 hezar kes ji malbatên çeteyan û penaberên sûriyeyî yên ku dewleta Tirk bi darê zorê bi rêya deriyê Girê Spî derxistine, li kantona Girê Spî hatin bicihkirin. Di 4 rojên destpêkê yên Tebaxê de nêzî 500 penaberên ji Hema, Heleb, Idlibê û bajarên din ên Sûriyeyê li kantona hatin bicihkirin.

Li gorî çavkaniyeke ji kantonê, ew kes li malbatên koçberan tên bicihkirin; li navenda kantonê, bajarok û gundewarên wê (Silok, Hemam Tirkmen, Elî Baceliyê û Girmezat).

Ajansa belge kiribû ku dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina 3 avahiyên mêtingeiyê li kantona dagirkirî û gundewarên wê; Til Ebyet Şerqî, Eyn Eros, zeviyekî ermenî yê Agob li Elî Baceliyê kir.

Ji Nîsana par ve ji dema desthilatên Tirkiyeyê ragihand ku ew milyonek penaber ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve bişîne ajansa me belge kiribû ku zêdetirî 22 hezar kes li kantona Girê Spî hatine bicihkirin. Piştre di 3 mehên borî de nêzî 2 hezar penaber bi darê zorê lê bi cih kirin. Bi wê re hejmara li kantonê hatine bicihkirin 24 hezar e.

Ev bîlanço ya piştî dagirkirina kantonê di 2019′an de nagire nava xwe.

Her wiha çavkaniyekî herêmê ji kantonê ji ajansa me re aşkera kiribû ku bi rêya deriyê sînor di 4 Tebaxê de 10 iraqî di nav kesên Tirkiyeyê li kantona bi cih dike de hebûn. İraqiyan di li ser derî di datayên xwe de gotin ew ê biçin gel malbatên xwe yên li kantonê ji çend salan ve hatine bicihkirin.

Di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker a 2019′an de li dijî kantonê bi dehan malbatên DAIŞ′ê ji kampa Eyn Îsayê revîn û li navenda kantona Girê Spî bi cih bûn.

Meclisa Kantona Girê Spî gelek caran xeteriya vê siyasetê û bandora wê li ser guhartina demografiya kantonê hişyarî da.

Meclisê diyar kir ku ji ber êriş û dagirkirina kantona zêdetirî 100 hezar welatî ji kantonê koçber bûn û niha li Reqaû Tebq û gundewarên wê bi cih bûne; ji wan 6 hezar û 844 li Kampa Koçberên Girê Spî ku di 22′yê Mijdara 2019′an de li nêzî gundê Til Semin hate avakirin bi cih bûn.

Koçberiya ji kantonê nesekiniye; bi awayekî dorveger bi dehan malbat ji kantonê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser de koçber dibin. Ji ber ku li wan herêman artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan dikin.

(fr)

ANHA