YPJ’ê şehadeta şervanekê ragihand

YPJ’ê da zanîn ku şervana wan Ezda Berxwedan Cûdî 9’ê Tebaxê di qezayeke trafîkê de şehîd bûye.

YPJ’ê şehadeta şervanekê ragihand
12 tebax, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Fermandariya Giştî a YPJ’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Jinên wêrek ên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ya ji nirxên şoreşê re bi tevlêbûna nava refên azadiyê re şênber dikin.

Hevrê ya me Lîna Elo bi nasnav Ezda Berxwedan Cûdî jî herd em dil û mêjiyê xwe ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev ji hemû kirêtiyên pergala modernîteya kapîtalîst parast û li ser vê bingehê  jî ji bajarê Efrînê di temenê xwe yê ciwan de berê xwe da nava refên azadiyê. Çanda welatparêziya a ku di nav de mezin bû di têşe girtina kesayetê hevrê Ezda de risteke diyarker leyîst. Birayê hevrê Ezda, Aslan Qendîl di berxwedaniya dîrokî a Kobanê de tevlî karwanên nemiran bû, hevrê Ezda jî şopandina doza şehîdan weke pîvaneke esasî a jiyanê xwe ji xwe re esas girt.

Hevrê Ezda bi rihê xwe yê ciwan di nava tekoşîna azadiya welat de li pey xeyalên zarokatiya xwe baz da. Hevrê Ezda eşqa xwe ye ji jiyana azad re her dem bi bilind kirina tekoşîn û berxwedaniyê domand. Di nava refên azadiyê de weke jineke ciwan herdem ji hawirdora xwe re bû çavkaniya moral û kelecan ê. Ked û fedakarî bûn têgehên ku pênaseya kesayeta hevrê Ezda dikin.

Gotina ‘Jinên herî xweşik ên cîhanê, li hemberî zilamên herî kirêt yên cîhanê şer dikin’ di wateya xwe ye rasteqîn de bi saya hevrêyên weke Ezda re şênber bû. Hevrê ya me Ezda di tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê de, di pêngava rizgar kirina Reqa û Dêrazorê de li hemberî çeteyên hov şer kir. Ji bo gelê xwe û jinan ji zilma DAIŞ’ê xilas bike, bi hêz û baweriyeke mezin di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrê Ezda li hemberî polîtîkayên qirkirin, pişaftin û dagirkeriya hêzên hegemon xwedî lêhûrbûneke kûr bû. Ji ber wê jî di  meşa azadiyê doza azadiya gelan de heta hênaseya xwe ye dawî jî temsîla xeta jiyana azad kir.

Hevrê ya me Ezda dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê de di 9’ê Tebaxê de tev li karwanê nemiran bû.

Canên ciwan ên ku sozdarê doza azadiya gelan in, hêviya me ye pêşerojê geş dikin. Hevrê ye me Ezda jî yek ji wan hevalane ku îfadeya rûhê domandina şoreşê dike. Em di serî de ji malbata hêja a hevrê xwe Ezda û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Emê jî weke hevrê yên wê ji bo avakirina welatekî azad her dem bibin, şopdarên doza şehîdan û bibin nobedarên soza xwe.”

NASNAMEYA ŞEHÎDÊ 

Nasnav: Ezda Berxwedan Cûdî

Nav û Paşnav: Lîna Elo 

Navê Dayikê: Wesfiye

Navê Bav: Hikmet

 

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.08.2023, Tebqa