ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2023
11 tebax, 2023   23:00

- Rewşenbîrê Beşîr Mela Newaf tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek karekî çetetiyê pênase kir. Mela Newaf anî ziman ku helwestên li djiî tecrîdê têrê nakin û bang li gel û tevgerên demokratîk kir ku ji bo bidawîkirina wê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim daxuyanî û nirxandinên Beşar Esed têrî nakin ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê bê derxistin û got: “Tirkiye ancax bi yekîtî û têkoşînê dikare bê derxistin”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Girê Spî ya dagirkirî ji dema dewleta Tirk a dagirker projeya bicihkirinê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ji Nîsana 2022′yan ve ragihandiye, nêzî 24 hezar penaber hatine bicihkirin. Di vê dawiyê de şandina penaberên sûriyeyî bi darê zorê, zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandar û şervanên Mclisa Leşkerî ya Minbicê bi wesîleya nêzîkbûna salvegera 7'emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, soza parastinê gel ji êrişên derve da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîleya germahiyê heta 47 dereceyan derdikeve. Li hinek cihan jî germahiya tê hîskirin, heta 50 dereceyan diçe. Bijîşkan welatî hişyar kirin ku di saetên herî germ de dernekeven derve, zarok û pîran biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevrikiya Erebistana Siûdî û Îranê gef li ewlehiya herêma Kendavê dixwar û grantiyên ewlehiyê yên ku DYA'yê didan hevalbendên xwe yên Ereb jî sînordar bûn. Ji ber vê yekê lihevhatinek bi navbeynkariya Çînê di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de pêk hat. Helwesta DYA'yê ji vê lihevhatinê çi ye? Gelo Erebistana Siûdî ji Peymana Abraham li ku derê ye, nemaze ku DYA'yê dixwaze têkiliyên Til Evîv û Riyadê normalize bike. (BI WÊNE).

-Cenazeyê şervana YPJ'ê Jiyan Vejîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê tê veşartin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li Dêrikê li dar dixe, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA