​​​​​​​Pisporan têkildarî zêdebûna germahiyê hîşyarî da

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîleya germahiyê heta 47 dereceyan derdikeve. Li hinek cihan jî germahiya tê hîskirin, heta 50 dereceyan diçe. Bijîşkan welatî hişyar kirin ku di saetên herî germ de dernekeven derve, zarok û pîran biparêzin.

​​​​​​​Pisporan têkildarî zêdebûna germahiyê hîşyarî da
12 tebax, 2023   03:51
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Pîleya germahiyê ku li tevahiya cîhanê bilind bûye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûye. Di şertên normal de pîleya germahiya li herêmê herî zêde heta 42 dereceyan hatiye pîvan. Lê di van rojên dawîn de heta 47 dereceyan jî derdikeve. Germahiya tê hîskirin jî zêdetir e, li hinek deveran germahiya tê hîskirin 50 derece ye.

Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê girtine, heta niha ji ber germahiyê rewşeke pir awarte derneketiye, hin welatiyên bandor lê bûye, hatine nexweşxaneyan û hatine dermankirin.

Li aliyê din bijîşkan hişyarî da welatiyan ku xwe biparêzin, di saetên herî germ de dernekevin ber tavê.

Bijîşkê nexweşiyên hundirîn Egîd Elî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku mirovên bi nexweşiya şekir, tansiyonê ketibin û dermanan dixwin, her wiha yên gewdê wan girs e, germahî zêdetir bandore lê dike. Egîd Elî got zarokên kêmî 4 saliyê û welatiyên ji 65 saliyê mezintir jî bandoreke zêde lê dibe.

Egîd Elî diyar kir ku di navbera saet 10.00 û 16.00`an de bandora tavê dijwar e, lewma divê welatî di van saetan de rasterast li ber tavê nemînin. 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di 21`ê Tîrmehê de hişyariya belavbûna nexweşiyên ji ber germahiyê dabû.

ANHA