Kombûna Jinan a Zenûbya bi şanoyekê balkişand ser rola dewletên komploger

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî rola dewletên ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de cih girtine, şanoyek pêşanda.

Kombûna Jinan a Zenûbya bi şanoyekê balkişand ser rola dewletên komploger
Kombûna Jinan a Zenûbya bi şanoyekê balkişand ser rola dewletên komploger
Kombûna Jinan a Zenûbya bi şanoyekê balkişand ser rola dewletên komploger
Kombûna Jinan a Zenûbya bi şanoyekê balkişand ser rola dewletên komploger
10 tebax, 2023   14:25
 REQA

Bi dehan xelkê Reqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê, meclis û partî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê tev li çalakiyê bûn.

Beriya çalakiyê ku li Parka El Reşîd a Reqayê li dar ketiye, endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê Buseyne Ebdo axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Dûre her jinek ala dewletên komploger; Rûsya, Sûriye, Amerîka, Yewnanistan, Kenya, Misir, Tirkiye, Brîtanya, Almanya, Îtaliya û PDK`ê hildan û rola wan di komployê de vegot.

Yek ji beşdarên şanoyê, rola neteweya demokratîk vegot: “Ez hatim ji bo ku gelan ji wan pergalan xilas bikim û wan azad bikim. Ji wan re jiyaneke bi rûmet dûrî netewperestiyê, olperestiyê û zayendperestiyê ava bikin. Hatim ji bo ku jinan bi dîroka wan a kevnar û veşartî bidim nasandin. Dîroka ku tê de hêza bingehîn a civakê bû.”

Di dawiya şanoyê de beşdaran dirûşmên “Hilweşe komploya navneteweyî” û “Bijî Rêber Abdullah Ocalan” berz kirin.

(şx)

ANHA