HPG’ê şehadeta 2 gerîlayan ragihand

HPG’ê ragihand ku gerîla Rêzan Botan û Bawer Botan di 6’ê Tebaxê de di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

HPG’ê şehadeta 2 gerîlayan ragihand
10 tebax, 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 gerîlayan ragihand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di 6’ê Tebaxa 2023’yan de di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Rêzan û Bawer ên ku zarokên hêja yên gelê me yê Botanê bûn, şehîd bûn. Hevrêyên me Rêzan û Bawer ku her kêliya xwe li ser esasê îdeolojiya Apoyî û dilsoziya bi şehîdan û gel re jiyan kirin, di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi bawerî, îddîa û biryardariyeke mezin beşdarî têkoşînê bûn û ev hevrêyên me bûne milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me Rêzan û Bawer di dîroka me ya têkoşînê de weke lehengên mînak cihê xwe girtin û divê hemû ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûn û helwesta xwe ya têkoşînê wan ji xwe re wekî mînak bibînin.

Em soz didin ku em ê bîranînên zarokên hêja, dilpak û leheng ên gelê Kurd, ên heval Rêzan û Bawer her dem zindî bihêlin, em ê tola hevalên xwe bistînin û em ê teqez armancên wan bi ser bixînin.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em ji hemû gelê Botanê yê welatparêz re û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Rêzan Botan

Nav û paşnav: Rêzan Gungen

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Zelîha, Beşîr
Dîrok û cihê şehadetê: 6 Tebax 2023, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bawer Botan

Nav û paşnav: Bekîr Kina

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Navê dê û bav: Suphan, Haci
Dîrok û cihê şehadetê: 6 Tebax 2023, Herêmên Parastinê yên Medyayê