Li Bokemalê şerê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ`ê

Li çolistana Bokemalê ya li rojhilatê Dêrazorê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Di şer de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Li Bokemalê şerê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ`ê
10 tebax, 2023   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di saetên dawîn de li çolistana Bokemalê ya li rojhilatê Dêrazorê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê  de şer derket. Li gorî agahiyan, kuştî û birîndar hene.

Ev şer 3 roj piştî êrişa dijwar a çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî bendên kontrolê û wesayîtên hêzên Şamê ya li bajarokê Medan Etîq ê li rojhilatê Reqayê pêk tê. Di encama êrişê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin, 6 jî birîndar bûbûn.

SOHR`ê ragihandibû ku DAIŞ`ê bi wê êrişê nuqteyên ku hedef girtine, heta çend saetan kontrol kirin, piştre agir pê xist û jê vekişiya.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal de li çolistana Sûriyeyê ji ber êriş û operasyonên leşkerî 379 kes hatine kuştin. Ji wan; 20 çeteyên DAIŞ`ê, 202 leşkerên hikumeta Şamê û endamên komên alîgirên wê û 157 welatiyên din in ku di nava wan de jinek jî hebû.

(c)