Çeteyan êrişî hêzên Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin

Çeteyên ′El Fetih El Mûbîn′ ên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam êrişî hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Lazîqiyê kir. Di êrişê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Çeteyan êrişî hêzên Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin
6 tebax, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di saetên derbasbûyî de çeteyên ′El Fetih El Mûbîn′ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Til Melik a li gundewarê bakurê Lazîqiyê topbaran kirin. Di topbaranê de 2 ji wan efser, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Heman koma çeteyan li derdora El Seraf a li bakurê Lazîqiyê jî 2 leşkerên Şamê birîndar kirin.

Li aliyekî din SOHR′ê da zanîn ku navenda leşkerî ya ku duh balafirên şer ên Rûsyayê li rojavayê Idlibê bombebaran kiriye, girêdayî çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ e û beriya 3 hefteyan hatibû valakirin. Di êrişa hewayî de 7 kes hatibûn kuştin ku 3 ji wan ji heman malbatê bûn û di nav de zarokek jî hebû. Her wiha 6 kesên din birîndar bibûn. Hat ragihandin ku di êrişê de tiştek bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nehatiye.

(fr/c)