ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-8-2023
5 tebax, 2023   23:00

Welatiyê ji Dêrikê Seîd Benefiş destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrîneke stratejîk e û diyar kir ku siyasetên tecrîdê û îşkenceyê bi ser nakevin ji ber ku fikrên wî welêt û mirov de şax dane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberên saziyên jinan got HPG ji zêdetirî 50 salî ve piştgiriya hebûna dîrokî ya gelê herêmê dike û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya ji gerîla re zêdetir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêxekî eşîra El Bo Xetab diyar kir ku ew ê êrişên li dijî şervanên parastina herêmê dikin, bê bersiv nehêlin. Endamê Nivîsgeha Partiya Pêşxistin û Guhartinê ya Nîştimanî ya Demokratîk jî bang li gel û ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zehra Ehmed Şehab her sibeh ji mala xwe derdikeve da ku xwe bigihîne depoya avê ku ava vexwarinê bi dest bixe, bi saetan dimeşe û di dorê de disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirî, jiyan lê nepêkan e û wiha got: “Li wir qanûn nîn e. Revandin, talankirin, dizî, xwestina fîdya û destavêtin li dijî kesên li wir mane, rojane û eşkere pêk tên. Bi rastî em nizanin kijan herêm ewle ye ku Tirkiye behsê dike?” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ruxmî temenê wan ê mezin, lê ew di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in û hewl didin bi ser bikevin. Piştî şoreşê derfet ji wan re çêbû ku dawî li salên mehrûmkirina ji perwerdekirina bi zimanê kurdî bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa xebatên bicihkirina penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, aloziya li Kendavê, têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi dewletên herêmê re kirin. (BI WÊNE)

Piştî derbasbûna hefteyekê li ser şerên dijwar, li kampa Eyn El Hilwe ya Filistiniyan a li başûrê Lubnanê aramî serwer e. Piştî qetilkirina fermandarê ewlehiya nîştimanî ya Filistînê yê herêma Seydayê Lîwa Ebû Eşref El Ermûşî û hin parêzvanên pê re di kemîneke çekdarî de, şer dest pê kir. (BI WÊNE)

Şêniyên herêma Cizîrê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîdên YPG`ê; Diyar, Gerzan, Hêwa û Orhan ku li Goristana Şehîd Delîl Seroxan a Qamişlo hatiye lidarxistin saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê li dijî komploya navneteweyî û topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê derdikevin xwepêşandanê saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Kar û Barên Civakî (beşa astengdaran) ya herêma Firatê pêşangeha karên destan ên astengdaran li navenda xwe ya li Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Ciwan û Werzîşê ya Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyeyê şaxê Minbicê panelek bi navnîşan “Rola ciwanan di xêzikrina pêşeroja Sûriyeyê de” li nivîgeha partiyê li dar dixe saet di 12:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)