Şêwirmendê Bazûm dema destwerdana leşkerî li Nîjerê eşkere kir

Şêwirmendê siyasî yê serokê Nîjerê Mihemed Bazûm, Entînîkar El Hesen dema destwerdana leşkerî ya muhtemel eşkere kir.

Şêwirmendê Bazûm dema destwerdana leşkerî li Nîjerê eşkere kir
5 tebax, 2023   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hesen di hevdîtinekê li gele telefizyonê de eşkere kir ku dema destwerdana leşkerî yekşemê ye. her wiha diyar kir ku encamên wê dê xirab bin û dê bandor li dewletên cîran jî bikin.

Komîserê kar û barên siyasî, aştî û ewlehiyê ya koma dewletên rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) Ebdulfetah Mûsa eşkere kiribû ku fermandariya artêşê ya dewletên komê, planek ji bo destwerdana leşkerî ya muhtemel di Nîjerê de hazir kiriye heke rêveberên derbeyê gav paşde neavêtin.

(şx)