Li Rimêlanê berhemên şano û mûzîkê yên zarokan hatin pêşandan

Bi beşdariya gelek tîmên şanoyê û mûzîkê yên zarokan ên kantona Qamişlo, bi boneya Rojên Şanoya Zarokan çalakiyek li bajarokê Rimêlan hate lidarxistin.

Li Rimêlanê berhemên şano û mûzîkê yên zarokan hatin pêşandan
5 tebax, 2023   18:12
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Şilêr a Zarokan, Tevgera Kevana Zêrîn bi boneya Rojên Şanoya Zarokan çalakiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi dirûşma “Azadî ji zarokatiyê dest pê dikeli dar xist.

Di çalakiyê de Koma Feraşîn a Meclisa Malbatên Şehîdan, koma Yekta Herekol û Koma Ava Mezin berhemên xwe pêşandan.

Navaroka şanoyan têkildarî êşên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker çêbûne, rewşa jiyana civakî bûn.

Dûre koma Avaşîn stran pêşandan û di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.

(şx)