4 şehîdên YPG`ê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên 4 şehîdên YPG`ê oxir kirin û soz dan ku tola wan hilînin û rêya şehîdên azadiyên bişopînin. Axêverên di merasîma oxirkirinê de, gotin tevlêbûna girseyî ya xelkê herêmê, bersiveke tund e li dijî dagirkeriya Tirk e.

5 tebax, 2023   17:15
 QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hêzên leşkerî yên kantonê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li taxa Enteriye ya Qamişlo tev li merasîma oxirkirina şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn.

Girseya gel, cenazeyên şehîdan; Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Gerzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) rakirin û li ser pêya ta goristana Şehîd Delîl Saroxan meşiyan.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 3`yê Tebaxê li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebar kiribû. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn.

Li goristanê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hêvî El Seyd axivî û got: “Beşdarbûna bi hezaran xelkê herêmê, bersiveke tund e li dijî dagirkeriya Tirk. Wan îsbat kir ku hêz û vîna wan heye. Dê berxwedanê berdewam bikin.”

Hêvî fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Her çar hevalan roleke mezin di şoreşê de lîstin, li eniyan li ber xwe dan da ku welatê xwe biparêzin. Lê dewleta Tirk a dagirker di salvegera qirkirina Şengalê de êriş kir. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Xwe îsbat bikin ku em layîqî şehîdên xwe ne û rêya wan in.”

Hêvî di dawiyê de banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rûbar Nezîr Sofî axivî û got: “Em sersaxî ji malbatên her çar hevalên xwe dixwazin. Em dê li ser şopa wan bin û rêya şoreşê û azadiyê berdewam bikin. Ev hebûna we li vir, bersiveke diyar e li hember êrişên dewleta Tirk ad agirker.”

Dûre wesîqeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvîn Şêxmûs ve hate xwendin. Piştre girseyê cenazeyê her çar şehîdan li goristanê veşartin.

(şx)

ANHA