Tirkiye çeteyan dişîne Kosovoyê

Dewleta Tirk a dagirker amadekariyan dike ku komên çeteyan li beramber 2 hezar dolar mehane, bişîne Komara Kosovoyê.

Tirkiye çeteyan dişîne Kosovoyê
5 tebax, 2023   14:53
ŞEHBA

 

Li ser fermana artêşa Tirk a dagirker çeteyên Sultan Murad li herêmên dagirkirî nivîsgeh ji bo tomarkirina çeteyan da ku wan bişîne Komara Kosovoyê ji bo ku li dijî hêzên Sirbistanê şer bikin û li hember wê, dê 2 hezar dolar mehane bide wan.

Çavkaniyan eşkere kir ku çeteyê bi navê Ebû Ereb û bi navê Lîwa El Yermûk navend ji bo tomarkirina çeteyan vekir da ku wan li gor peymaneke 6 mehî li beramber 2 hezar dolar mehane bişîne Kosovoyê.

Li gor agahiyan, dewleta Tirk a dagirker heta niha 400 çete amade kirine. Her wiha hejmareke din hazir kiriye ji bo ku wan bişîne dewletên Afrîkayê.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên sûriyeyî li aloziyên gelek dewletan mîna Lîbya, Azerbeycan, Yemen, Efganistan û vê dawiyê li Ukraynayê bi kar anîn û hîna bi kar tîne.

(şx)