Hewldanên ji nû ve xebitandina stasyona Elok

Hevserokê Daîreya Avê ya Hesekê eşkere kir ku hewldan ji bo ji nû ve xebitandina ava stasyona Elokê hene.

Hewldanên ji nû ve xebitandina stasyona Elok
5 tebax, 2023   14:18
HESEKÊ-ARAM EHMED

Hevserokê Daîreya Avê ya bajarê Hesekê Îsa Yunis eşkere kir ku ji bo ku stasyona Elok careke were xebitandin, hewldan bi UNICEF`ê re tên kirin. Yunis wiha domand: “Nûçeyên li ser hin dezgehên çapemeniyê tên belavkirin ku hikumeta Şamê hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike, ne rast in. Ji ber ku hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser tawan bar dike ku ew aliyeke aloziya avê ye.”

Yunis ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker stasyona Elok wek kaxizeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne û ji cîhanê re dibêje ku Rêveberiya Xweser di mijara avê û rawestandina stasyonê de astengiyan derdixe. Em destnîşan dikin ku li pêşiya tu lihevkirinekê nesekinîne nemaze ku xizmeta xelkê bajêr dike. Em hêvî dikin ku hewldanên di vî warî de tên kirin, bi ser kevin û av bigihêje xelkê bajêr.”

Der barê lihevkirinên di navbera Daîreya Avê û UNICEF`ê de ku piştî civîna di navbera wan de çêbûye, Yunis got: “Lihevkirin wisa ye; Em 6 mêgawat kehrebe ji Dirbêsiyê bidin stasyona Elokî. Li beramber wê, zêdetirî 18 bîr û zêdetirî 4 hilmij dê werin xebitandin. Dê çavdêriya xeta avê ya ji stasyonê digihêje Hesekê, bê kirin.”

Her wiha Yunis diyar kir ku dê di çend rojên bê de, stasyon bê xebitandin û UNICEF dê çavdêriya wê bike, wek tecrube 5 roj muhlet hatiye diyarkirin û heke lihevkirin binpê bibe, dê tedbîrên pêwîst werin girtin.

Di dawiyê de Yunis got: “Em nizanin rewşa stasyonê çi ye. Lê me ji nûnerên UNICEF`ê daxwz kir ku tîmeke girêdayî wan derbasî stasyonê bibe û rewşa wê bişopîne. Her wiha me ji wan xwest ku stasyonê ji aloziya heyî dûr bixe. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê armanc dike, niştecihan koçber bike.”

(şx)

ANHA