​​​​​​​Balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Idlibê bombebaran kirin. Di encamê de 7 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir
5 tebax, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê li aliyê rojavayê bajarê Idlibê ku tê de nutqeyên leşkerî hene, bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 7 kes hatin kuştin; 3 ji heman malbatê ne û di nava wan de jin û zarok jî hene û 6 kes jî birîndar bûn.

SOHR′ê diyar kir ku ji ber êrişên asîmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê li rojavayê bajêr teqînên dijwar çêbûn.

SOHR′ê aşkera kir ku di encama êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê yên li “herêma bêçek" de di 2023′yan de bi taybet ji 24′ê Hezîranê de 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 44 kes birîndar bûne.

(fr)