​​​​​​​Xeleke nû ya nakokiyên hêzên navneteweyî: Lûtkeya Rûsya-Afrîka

Pêşbaziya di navbera hêzên mezin ên cîhanê de li ser berfirehkirina bandor û hegemoniya xwe ya li welatên parzemîna Afrîkayê careke din dibe rojev. Lê lûtkeya dawîn a Rûsya-Afrîkayê wek nîşaneya qonaxa pêşbaziyeke gûrtir tê nirxandin.

​​​​​​​Xeleke nû ya nakokiyên hêzên navneteweyî: Lûtkeya Rûsya-Afrîka
5 tebax, 2023   05:51
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Aloziyên li parzemîna Afrîkayê bi salan ji aliyê hêzên cîhanî ve hatibûn paşguhkirin, lê lûtkeya Rûsya-Afrîka ya ku beriya çend rojan li bajarê Strasbugrê yê Rûsyayê hatibû lidarxistin, xeleke nû di dosyaya nakokiyên navneteweyî yên li ser vê parzemînê de çêdike.

Di çend salên dawîn de Afrîka ji dewletên mezin re bibû qubleyek. Dewletên mîna Çînê, Rûsya û Amerîka hewl dan dewletên Afrîka bi aliyê xwe ve bikişînin. Dewletên mezin welatên Afrîkayê di nava alîkariyan de hiştin da ku sûdê ji berhemên wê yên madî û mirovî werbigire.

ÇÎNÊ

Çîn ji bo gelek welatên Afrîkayê mezintirîn hevkarê bazirganiyê ye. Qebareya bazirganiyê ya Çînê ya bi parzemîna Afrîkayê re di sala 2021'ê bi qasî 261 mîlyar dolarî bû. Lê Qebareya bazirganiyê ya DYA'yê ya bi Afrîka re 64 mîlyar dolar bû. Pekînê karîbû van destkeftiyên aborî di qada dîplomatîk de istismar bike û lûtkeya Çînê-Afrîka ku her sê salan carekê tê lidarxistin, encaman vê yekê ye. Ji vê zêdetir, Çînê ji bo piştgiriya Afrîkayê di qadên navneteweyî de dengê xwe bi kar tîne.

AMERÎKA

Di sala 2022'yan de lûtkeya Amerîka-Afrîka ya duyemîn pêk hat. Di sala 2014'an de dema serokatiya Barak Obama de lûtkeya yekemîn hatibû lidarxistin.

Di lûtkeya yekmeîn de de wezîrê parastinê yê Amerîkayê, serokêk Afrîkayê hişyar kiribû ku hegemoniya Çînê û Rûsya ya li parzemînê bibe sedema xirabûna ewlehiya parzemînê. Di heman lûtkeyê de Amrîkayê ragihand ku dê 55 milyar dolar alîkar bide welatên Afrîkayê.

Pêşbirka Amerîka-Rûsya ya li ser parzemîna Afrîkayê bi destpêka 2023'yan re dewam kir û di nîvê Çileya borî de wezîra xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen serdana Senegal, Afrîkaya Başûr û Zambiya kir. Serdan  Janet Yellen piştî serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a bo serdana Afrîkaya Başûr pêk hatibû.

Li gorî çavdêran, di navbera hêzên mezin de pêşbaziyeke dijwar ji bo berfirehkirina bandor û hegemonya li ser welatên parzemîna Afrîkayê heye. Lûtkeya Rûsya-Afrîka nîşanek eşkere ye ku qonaxa pêş dê bibe şahidê xurtkirina pêşbaziya Rûs-Çîn-Amerîkî ji bo kişandina welatên Afrîkayê bi aliyê xwe ve.

RÛSYA-AFRÎKA

Cîgira serokê Navenda Iraq a Lêkolînên Afrîkayî, Dr. Ferîde El Benderî anî ziman ku beşdarbûna 49 welatan ji 54 welatan di lûtkeya Rûsya û Afrîka de, her wiha amadebûna 17 serokên dewletan û bêtirî 25 serokan hikumetan li lûtkeyê daxwaz û israra Afrîkayê ya ji bo dan û standina bi aliyên rûsî re piştrast dike.

Dr. Ferîde El Benderî ji ANHA'yê re axivî û got: " Meyleke afrîkî ya ber bi wargeha rojhilat nemaze ber bi Çîn û Rûsya ve heye. Me gelek civînên bi mijarên pîşesazî di navbera parzemîna Afrîka, Rûsya û Çînê de dîtin, ku rê li ber avakirina têkiliyeke hevseng di navbera her du wargehan de vekir. Ev têkilî ji bo pêşxistina têkiliyên aborî, di radeya yekemîn de têkiliyên Rûsya û parzemîna Afrîka dehefek bû, da ku bidin xuyakirin ku ew cîhana paşketin ji hegemoniya Amerîkayê diparêzin."

Lêkolîner Ferîde El Benderî anî ziman ku di siberojeke nêzîk de wê pevguhestineke bazirganiyê ya mezin bi dirava herêmî di navbera Rûsya û gelek welatên Afrîkayê de çêbibe û wiha domand: "Ev yek wê bandorê li tevahî astan bike û xizmeta dewletên Afrîka bike, nemaze ji ber rola Moskova di koma BRICS û Şanghayê de heye. Ji vê zêdetir Pûtîn ragihand ku dê di demek nêzîk de tora balyozxane û nûneratiyên Rûsyayê li Afrîkayê berfireh bibe.''

Ferîde destnîşan kir ku Afrîka sûd ji nêzîkbûna bi Rûsyayê re girt û got: "Rûsya parzmîna Afrîka ji deynên di stûyê wê de ku bi qasî 20 milyar dolar bû, efû kir. Sûdmendiya din di warê veguhestina teknolojiyê de, bi taybetî teknolojiya binesaziyê yên girêdayî rê, pir û bendavan e."

Ferîde diyar kir ku Rûsya peymanên tevkariyê bi Desteya Nîştimanî ya Balafirên Sivîl a Komkara Afrîka Navîn re îmze kir, her wiha di warê avdan û çandiniya nûjen de û di ware ewlehiyê de peyman îmze kirin.

Lêkolîner Ferîde El Benderî bal kişand ku lûtke ji bo welatên Afrîka, di heman demê de ji bo Rûsyayê jî gelekî girîng bû û diyar kir ku Afrîka, Rûsya wekî rêgeha xilasbûnkirina wê ji cezayên navneteweyî dibîne.

Her wiha anî ziman ku tevî mercên şerê li dijî Ukranyayê û tevî cezayên navneteweyî jî Rûsya bi israr bû ku lûtkeyê li dar bixe da ku nameyan bide rojaviyan ku ew hîna di warê siyaseta navneteweyî de bi xurtî çalak e.

Lêkolînerê kar û barên Afrîkayê Mehmûd Menai jî da zanîn ku nakokiya li li ser parzemîna Afrîkayê tenê bi hêzên mezin re sînordar nine û ev nirxandin kir:  "Hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran û hin dewletên Ereban dixwazin  Afrîka ya bi çavkanî û serwetên xwe dewlemend e, kontrol bikin."

Lêkolîner Menai îşaret pê kir ku parzemîna Afrîka her tim di hişê Ewropa ya mêtînger de bû û bi bîr xist ku destpêka elaqeya bi Afrîka re di pêvajoya keşfên erdnîgarî de bû ku ji aliyê Spanya, Fransa û Îngilîstanê ve dihatin kirin.

Menai diyar kir ku sedsala 15 heta 19'an împratoriyên mezin welatên Afrîkayê di nav xwe de parve kirin û got, Fransa elaqe da herêma perav a rojavayê Afrîka, Brîtanyayê girîngî da herêmên navîn û rojhilatê Afrîka, her wiha Îtalyayê  li li beşek biçûk a Qirin Afrîkî bi cih bû. Meani îşaret pê kir ku kongreya Berlînê ya sedsala 19'an hatibû lidarxistin şahidê parvekirina serwetên welatên Afrîkayê ye.

Lêkolîner Mehmûd Menai anî ziman ku ya niha rû dide dişbihe bûyerên sedsala 19'an û got, lê di hevrikiya niha de hinekî piştgirî ji bo Afrîkayê heye.

Mehmûd Menai wiha domand: "Mînak Çînê di lûtkeya Çîn-Afrîka de 40 mîlyar dolar pere wekî alîkarî welatên Afrîkayê. Pekîn stratejiyeke aborî û bazirganî dimeşîne, vê stratejiyê hişt ku Çînê bi awayekî mezin li parzemînê hebe. Her wiha ji sala 2017'an ve baregehên leşkerî Cîbûtî hene. Amerîka asta bandoriya Çînê ya li Afrîkayê dizane û  hewl dide Çînê dorpêç bike. Ji ber vê yekê Amerîka di dawiya sala 2022'yan de lûtkeya Amerîka-Afrîka li dar xist. Rûsya ji aliyê xwe ve hebûna xwe li Afrîkayê xurt dike û hewl dide hîna zêdetir nêzî Afrîkiyan bibe. Rûsya beriya çend rojan jî lûtkeya Rûsya-Afrîka li dar xistibû."

Têkildarî Fransayê jî Menai got, bandoriya Fransa ya li weletên peravî, bi taybetî Malî, Bûrkîna Faso û niha Nîjerê  kêm bûye û destnîşan kir ku alên Rûsyayê yên li Niamey îsbata vê yekê ye.

Lêkolînerên kar û barên Afrîkayê Mehmûd Menaqi di dawiyê de got, serokên nû yên Afrîkayê xwediyê wê boçûnê ne ku karibin berjewndiyên dewletên Afrîkayî bi bi dewletên mezin mîna Rûsaya, Amerîka û Çînê re pêk bînin, her wiha da zanîn ku ev nêzîkbûna di navbera Afrîkiyan û dewletên mezin de bê bibe dawiya serdestiya kolonyalîzmê bi temamî.

(bb)

ANHA