YPJ: Hevrêya me ya birîndar bibû şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku şervana wan Adar Cûdî ku 27'ê Tîrmehê di encama qezayekê de birîndar bibû, ruxmî hemû hewldanan jî nehatiye rizgarkirin û 31`ê Tîrmehê gihîştiye asta şehadetê.

YPJ: Hevrêya me ya birîndar bibû şehîd bû
5 tebax, 2023   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê şehadeta şervana xwe Şêrîn Elî (Adar Cûdî) de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

''Şoreşa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna jinan re xwe gihand tevahî beşên civakê. Her jinên ku di nava rêfên azadiyê de cih digrin, dibe hêza bingehîn a domandin û bilindkirina şoreşê. Hevrê ya me Adar Cûdî  jî  yek ji wan hevalan bû ku di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin de girt.

Hevrê Şêrîn Elî bi nasnav Adar Cûdî di nava malbateke welatparêz a Hesekê de jidayîk dibe û ev  yek jî dihêle ku her tim di nava lêgerîna jiyanekî azad de be. Bi destpeka şoreşê re hevrê Adar Cûdî ji bo parastina nasname, ax û çanda gelê xwe berê xwe da nava yekîneyên parastinê. Hevrê Adar Cûdî di destpêka xwe rêxistinkirina YPJ’ê de û heta îlankirina wê de bû îfadeya jina pêşeng. Hevrê Adar ji bo bilindkirina têkoşîna jin kedeke bêhempa da. Li hemberî her cûre êrişên dagirkirî û qirkirinê bi taybet di têkoşîna  li hemberî DAIŞ’ê de roleke girîng leyîst. Di pêngavên rizgarkirina Hesekê, Şedadê û Til Temirê de di êniyên herî pêş de li hemberî çeteyên hov şer kir.  Hevrê Adar bi sekna xwe hem di warê birdozî hem jî leşkerî de herdem pîvanên mîlîtantiyê parast û heta henaseyên xwe yên dawî xwedî erkên xwe derket.

Di dîroka 27’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezeyekî bi hevrêyên xwe Hesina Mûsa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) re birîndar bibû. Lê rûxmî hemû hewildanên dermankirinê jî hevrê  Adar Cudî di 31’ê Tîrmehê de gihîşt asta şahadatê.  Em di serî de ji malbata hevrê ye xwe ye hêja û gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Em weke YPJ’ê li ser wê sozê ne ku em ê xwedî keda hevrê yên xwe yên şehîd derkevin û girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi daîmî kirina pergala civakeke azad û demokratîk re tacîdar bikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Adar Cûdî

Nav û Paşnav: Şêrîn Elî

Navê dayîk: Leyla

Navê bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1985- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 31.07.2023/ Heleb.