Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin

Bi sedan zarok û kal û pîr li kampên berxwedanê yên li Şehbayê ji ber germaya zêde bi nexweşiyên îltîhaba rovikan, tagirtin û navçûnê ketine û di navbera 15 rojan de zêdetirî 397 rewşên îltîhaba rovikan hatine qeydkirin.

Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
Di 15 rojan de nêzî 400 koçber bi îltihaba rovikan ketin
5 tebax, 2023   02:30
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di çend hefteyên borî de pileyên germahiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û li kantona Şehbayê ku tê de 5 kamp hene; Berxwedan, Serdem, Efrîn, Şehba û Veger û koçberên Efrînê lê dijîn, pileya germahiyê gihaşt 48 dereceyan.

Bi deh hezaran koçberên Efrînê ji zêdetirî 5 salan ve, piştî dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, di kampan de dijîn. Bi sedema dorpêça hikumeta Şamê li ser Şehba û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber rewşa koçberan zehmet e.

Di encama bilindbûna germahiyê û nebûna kehrebe û rêbazên sarkirinê mîna baweşîn û avsarkê, bi sedan zarok û kal û pîr li kampan bi nexweşiyên îltîhaba rovikan, tagirin û navçûnê ketine. Her wiha xeriqîn jî zêde bûye.

Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê, nexweş rojane serdana navendên tenduristiyê, Nexweşxaneya Avrîn û nuqteyên tibî dikin û di 2 hefteyên dawîn ên Tîrmehê de 397 rewşên îltîhaba rovikan û tagirtinê hatine qeydkirin.

Hemşîreya nuqteya tibî ya Heyva Sor a Kurd Fereh Ehmed li ser vê yekê axivî û wiha got: "Bilindbûna pileyên germahiya îsal ne normal e. Wê yekê hişt nexweşî di nava koçberên Efrînê de, bi taybet zarok û kal û pîran zêde be."

Fereh wiha domand: "Ji rewşên herî zêde serdana nuqteya tibî dikin, nexweşên îltîhaba rovikan û tagirtinê ne. Divê baldarî û şopandin hebe da ku ev nexweşî bi pêş nekevin û nexweşiyên din bi xwe re çênekin."

Li nuqteya tibî ya ku Fereh Ehmed lê dixebite, rojane 60 kes serdanê dikin.

Fereh bang li şêniyan kir ku zarokên xwe bernedin derve û di saetên nîvro de li ber tavê negerin.

Hikumeta Şamê jî nahêle madeyên bingehîn û sotemeniyê ji bo pêxistina jenetorên kehrebeyê derbas bibin. Li kêleka wê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî navçe û gundên kantona Şehbayê dikin.

(fr)

ANHA